Aborîzan Muftuoglû: Dibe ku si sektora zexîreyî de pirsgirêkên giran rû bidin 2018-07-05 09:08:50   STENBOL - Aborîzan Ozgur Muftuoglû diyar kir ku ji ber ku desteka ji bo cotkaran hat qutkirin û ji ber ku piyase ketiye destê bazirganên serbest fiyetê petat û pîvazan biha bûye. Muftuoglû destnîşan kir ku dibe ku di sektora zexîre de pirsgirêkên cidî rû bidin.    Li bazarê fiyetê petat û pîvazan niha 5 lîre ye. Aborîzan Ozgur Muftuoglû ev rewşa bandorê li kesên xizan dike nirxand.    ‘JI BER KU STOK TÊ KIRIN ZEM HEYE'    Esnaf Saît Yalçin, derpêş kir ku ji ber petat têns tokkirin fiyetên wan biha bûye û got: Ev rewş hêza kirînê ya gel kêm dike û ji ber vê firotin jî çênabe. Welatiyên ku berê pêc kîlo petat dikirîn niha kîloyekê an du kîloyan dikirin. Ev ji bo me nebaş e."    Yalçin bi bîr xist petat û pîvaz ji Sûriyeyê tên îthalkirin û got: "Dema îthalat çêbibe dê petat û pîvazên di stokan de derkevin holê û dê di rewşeke wisa de fiyet kêm bibin. Lê em nizanin ka petatên ku ji Sûriyeyê tên çiqasî baş in. Divê Wezareta Çandiniyê berî ku petatan îthal bike vê yekê lêkolîn bike."    ‘DIVÊ DEWLET RÊ LI BER STOKÊ BIGIRE'    Yalçin, bilêv kir ku hilberandina petat û pîvazn têr dike û got: "Ji ber ku dewlet rê li ber hin sermayedarên ku stokê dikin nagire, encameke wisa derdikeve holê. Ji ber ku hin kesên firsendxwez stokê dikin, du sê hefte ye fiyetê pîvaz û petatn zêde bûye. Êdî petat û pîvaz ji nav erd bi 5 lîreyan tên vira. Divê dewlet rê li ber vê yekê bigire."    ‘ÇİFTÇİLERE VERİLEN DESTEK KESİLDİ’   Ekonomist Özgür Müftüoğlu ise, fiyatlardaki yükselişe ilişkin, 80’lerden bu yana uygulanan tarım politikalarının oluşturduğu problemlere dikkat çekti. Tarım ürünlerinde ortaya çıkan problemlerin devletin çiftçiye sübvansiyon (karşılıksız verilen destek) yapmayı kesmesinden kaynaklandığını vurgulayan Müftüoğlu, “Daha önce devlet belirli miktarlarda sübvansiyon yapıyordu. Tarıma destek veriyordu. Çiftçiler de ürünlerini üretiyorlardı ve bundan para kazanıyorlardı. Bunlar kesildi ve bu tamamen piyasaya bırakıldı” dedi.    ‘PIYASE KET DESTÊ BAZIRGANÊN SERBEST'    Aborîzan Muftuoglû, ji ber ku êdî ji piyaseyê ber bi bazarê çûyînek heye destek ji holê hatine rakirin û got: "Ji ber ku wisa ye, cotkarên ku li nav erd datînin û kedê didin berên xwe ji mecbûrî bi erzanî didin. Ev ber heta tên nav bajêr bi fiyetên biha tên firotin. Ji ber ku ev ber di piyaseyê de bi vî awayî tên nirxandin û ji ber ku ketiye destê hin bazirganan, pirsgirêka di warê petat û pîvazan de rû daye."    ‘BI STOKKIRINÊ HILBERÎM KÊM BÛ'    Muftuoglû bilêv kir ku ji ber ku bazirganên sermayeyê stokê dikin, ev yek hem bandorê li hilberîneran hem jî li mezaxêran dike û got: "Stokkirin hem fiyetê beran biha dike hem jî dibe sedam kêmbûna hilberînê. Ji ber ku êdî cotkar û gundî heqê keda xwe bi dest naxin, koçî bajaran dikin. Ji ber vê bajarên çandiniyê kêm dibin." Muftuoglû anî ziman ku AKP kêmbûna beran wekî hincet nîşan dide û îthalatê dike û got: "Dema hûn beran îthal bikin hûn vê yekê bi dowîzan dikin. Tirkiye berên ku dikarin lê şîn bên diçe bi dowîzan ji derve tîne. Bi vê yekê cotkaran bê kar dihêle. Di heman demê de di warê aboriyê de çandinî qediyaye. AKP bi salan e van polîtîkayan pêk tîne."    ‘ÊDÎ TIRKIYE NIKARE HILBERÎNE'    Muftuoglû, diyar kir ku li Sûriyeya ku şerê navxweyî lê didome û çekên kîmyewî tên bikaranîn ber tên kirîn û got: "Li hêlekê hûn çekên mikemel dikirin, li hêla din jî hûn nikarin berên ku welatiyên we têr bibin hilberînin. Yanî aborî bi vê yekê nikare bi rê ve biçe. Ev yek tenê ne meseleya petat û pîvazan e, di heman demê de ji bo aboriyê jî pir girîng e. Çimkî her diçe fiyetên berên çandiniyê biha dibin."    Muftuoglû, anî ziman ku dê di rojên pêş de di warê sektora zexîreyî de pirsgirêkên mezin rû bidin û got: "Pêdiviyên din mirov dikare bi awayekî din jî çareser buike, lê zexîre yek ji pêdiviyên sereke ye. Û tu tiştek tune ye ku şûna madeyên zexîreyî bigire. Petat û pîvazên ku pir zêde tên xwarin di quşxaneya her feqîrî de hebûn. Lê niha ev yek jî tên îthalkirin. Nexwe pirgirêkeke mezin heye."