KESK: Di navbera enflasyona fermî û enflasyona kolanan de çiya hene 2018-07-06 14:10:04 ENQERE -  Hevseroka KESK'ê  Aysun Gezen, diyar kir ku li gorî daneyên TUÎK'ê di navbera enflasyona kolanê û enflasyona fermî de bi qasî çiya ferq heye û wiha got: "Di reqamên fermî de lêçûna xaniyan ji sedî 14,85 hatiye hesabkirin. Her roj derbas dibe hêza ku bikirin kêm dibe."    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), diyar kir ku di nava 15 salên dawî de enflasyon derketiye asta herî jor û ev rêje gihiştiye ji sedî 15.39'an. KESK'ê têkildarî enflasyon û daneyên TUÎK'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen û Mehmet Bozgeyik jî amade bûn. Di civînê de Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, diyar kir ku puxteyên van reqaman nîqan dide ku baca milyonan tê hilandin û her ku diçe xizanî zêdetir dibe. Gezen, destnîşan kir ku reqamên enflasyonê yê kolanê û yên fermî ne yek in û di navbera wan de bi qasî çiya ferq heye. Gezen, da zanîn ku bi qasî TUÎK nîşan dane ew di nava xizaniyek mezintir de ne û wiha got: "Dema TUÎK enflasyonê hesap dike tenê 12 lêçûnan hesab dike. Li gorî daneyên fermî hemû kesên li Tirkiye dijîn, di sala 2018'an de hatina xwe ji sedî 23,03’an li “Xwarin û vexwarina bê alkol, ji sedî 14,85’an li kîraya xaniyan, ji sedî 7,27’î li lêçûna xwaringeh û otelan xerç dikin. Lê piranî li xwarin, vexwarin, stargeh, ragihandin û gelek tiştên din tê xerçkirin. TUİK hemû rastiya enflasyonê nîşan nade. Mînak meaşê me 2 hezar û 500 TL  ye. Em ji sedî 40 didin kiriya xanî. Yanî em hezar TL didin kîraya xanî. Lê TUİK nêviyê vê yekê nişan dide. Hemû lêçûnên din jî bi heman rengî ne. "   Gezen, anî ziman ku li gorî daneyên KESK-AR’ê yê Hezirana 2018'an sînorê birçzi.ûnê Hezar û 927 TL ye. Sînorê xizaniyê 5 hezar û 623 TL ye.