Malbata ji Reqayê li Serêkaniyê tev li komîna gund bû 2017-10-18 09:25:58 HESEKÊ - Malbata El Hesen ê ji Reqayê, niha li gundê Serêkaniyê tevlî jiyana komîn a gundan bû. Mahmûd El Hesen, diyar kir ku dema ew ji bin zilma DAIŞ’ê ya 3 salan rizgar bûn pir kêfxweşbûn, lê dîsa ew ditirsa li pêşiya wan çi heye li wan peyda bûye û got: “Lê ev salek zêdetir e bi kurdan re di çandiniya pembuyê de dixebite û ligel zahmetiyan jî ew pir kêfxweş in.”   DAIŞ’ê yekem car di meha hezîran a 2014’an de “Xilafetî” ya xwe di bajarê Reqayê de îlan kir û hemû cure komkujî, îşkence, serjêkirin û hwd in li ser gelê gundî û niştecihên Reqayiyan pêk anî. Yek ji van jî zilm û zordarî ya di milê aborî, debarî de bû ku nedihiştin Reqayî kurd, ereb, sewalkariyê, çandiniyê bikin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku yekem hemleya rizgarkirina gundewarên bakurê Reqayê ya di 6’ê mijdar a 2016’an de dest pê kir û yek ji gundên yekemîn ên hatine rizgarkirin El Terfawiyê bû. Malbata El Hesen a ku ji 8 kesan pêk dihatin, hinek bi kêfxweşî û hinek jî bi fikara çi li pêşiya wan heye, bi alîkariya şervanên QSD’ê berê xwe dane gundê Ebû Ciradê yê bajarê Serêkaniyê li ser Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê.   ‘JI TIRSAN EM NEDIÇÛN NAVA ZEVIYAN’   Mahmûd El Hesen hevjîna xwe Meryem û bi 6 zarokên xwe ve ku piştî ji hêla QSD’ê ve tên rizgarkirin, piştî çend rojan berê xwe dan bajarê Serêkaniyê û ev salek e jî li gundê Ebû Ciradê bi kurd û ereban re bi hev re jiyan dikin. Mahmûd El Hesen ku bi niştecihên gund ên din re di nava erdê pembûyê de bi hevkarî diçinî, qala zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê yê kut anîn serê Reqayiyan. El Hesen, ev tişt gotin: “Dema çeteyên DAIŞ’ê derbasî Reqayê bûn, her kes şaş bû nizanibûn çi bikin. Piştre hemû cure, îşkence, kuştin, serjêkirin, zilm û zordarî destpê kir. Çeteyan yek bi yek ya malbatan dişopandin, hema bê sebep guleyan direşandin, dixwestin tirs û xof bixin dilê mirovan. Nedihiştin jin bi tena serê xwe derkevin derve, yê zarokên wan tevlî wan nekin îşkence dikirin. Ji wan re digotin hûn alîgirên ‘kafir’an e. Her tim hincetek derdixistin.”   ‘MÎNA BACE NÎVÎ BI NÎVÎ'   El Hesen, anî ziman ku yê karê sewalkariyê dikir nikaribû sewalên xwe derxin çêrandinê, yê çandiniyê dikirin nikaribûn çandiniyê bikin û wiha got: “Ji ber ku di hemû qezanc an jî debarî de sedî 50’î di bin navê zekat an jî bacê de distandin. Yê qebûl nedikirin jî bi tevahî ji wan distandin û hincetek li ser wan didîtin û wan îşkence dikirin an jî dikûştin.”   ‘QSD GEHIŞT HEWARA ME’   El Hesen, destnîşan kir ku lê dema QSD’ê dest bi operasyona rizgarkirinê kir ew pir kêfxweş bûn û wan hawara xwe avêt e şervanan. El Hesen, diyar kir ku piştî ew hatin rizgarkirin pir kêfxweşbûn ji ber ku zilmek mezin hebû lê ev car jî fikarek biçûk gelo wê pêşeroja wan çi bibe û wiha got: “Lê nêzîkatiya şervanan ew fikara me temamî ji dilê me derxist. Ji me re gotin ‘êdî hûn ewlehiyê de ne’. Em pir kêfxweşbûn. Bi rastî jî dema me bi alîkariya wan berê xwe da gundê Ebû Ciradê, me fêmkir ku pêşerojek xweş ji bo malbata me heye.”   ‘LI VIR JIYANEK HEVBEŞ HEYE’   El Hesen, da zanîn ku ev salek e li vê gundî bi kurd û ereban re, jiyan dikin û heta niha tu pirsgirêkekî ku mirov bibêje aciziyekî biçûk jî çêbibe tune ye. El Hesen, da zanîn ku niha ew jî wek e gundiyan bê ku bibêjin ev erdê wî/ê an jî wan e dikarin perçeyek erd çandiniyê bikin, sewalên xwe biçêrînî û alîkariyek jî hebe bê şert û merc alîkariya hev dikin. El Hesen, wiha got: “Dema ez wê demî heta heta beriya DAIŞ’ê û serdema rejîmê jî tînim bîra xwe tiştekê wisa tunebû, her tim muxalifiyê dixistin navbêra hev û dijminatiyê didan çêkirin. Niha em hem ji bin zilma wan rizgar bûn û hem jî bi hevkarî debara xwe bikin. Jiyanek hevbeş heye.” El Hesen, destnîşan kir ku axa herêma Cizîrê cihê xêr û bereketê ye lewra niha ew pembuyê rabikin, ew dikarin piştî wê di heman erdî de genimê jî çandinî.   ‘DÊ KÊMASÎ BÊN ÇARESERKIRIN’   El Hesen, da zanîn ku kêmasiyê niha li vir ew e ku ji ber ambargoya li ser bakurê Sûriyê ew nikarin pembuyê diçinîn firoşin welatên derve, ji ber ku berê de hemû pembûyê diçûn welatên din ji herêma Cizîrê derdiket û wiha got: “Lê niha kêmasî di wir de ye. Ji ber ambargoyê ew nikarin pembuyê derxin derve. Ji ber vê yekî jî buhaya pembuyê hem erzan dibe, hem jî dibe sedema kêm çandiniyê. Eger ev ambargo tunebûya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî alîkariya pêdiviyên çandiniyê dabûya wê karê me baştir bibûya.”   ‘DEMA REQA RIZGAR BÛ EM Ê VEGERIN’   Dayika 6 zarokan Meryem jî, diyar kir ku dema DAIŞ’ê de ew her tim di tirsa zarokên xwe de bûn û bi rehetî nikaribû tevbigeriyan. Meryem, ji bo ew rizgar kirine spasî ji hêzên QSD’ê re kir û ev tişt gotin: “Bi saya QSD’ê em gihiştin heremên bi ewleh û ev salek e jiyana xwe di aramî û bê tirs didomîn in. Bi rastî jî ji bo însanetiya vir, jiyana xweş a vir, destê me ji vir nabe lê eger Reqa bi temamî rizgar bibe em dixwazin vegerin Reqayê.”   MA / Erdogan Altan