Zarokên ku ji lîstikan mehrûm: Em mecbûr in bixebitin 2018-07-08 09:04:39   WAN – Li Wanê zarokên ku ji dêvla li baxçeyên lîstikan bi li kuçeyên bajêr dixebitin. Ev zarok bi karên dikin hewl didin di warê aborî de tevkariya malbatên xwe bikin.    Li gorî rapora 2017'an a DÎSK Genel-Îş'ê ya bi sernavê "Li Tirkiyeyê Zarokên Karker", li welat hejmara zarokên dixebitin nêzî 2 milyona ye. Li gorî raporê ji sedî 78'ê zarokan derî qeydê dixebitin. Li gorî rapor, her sal hejmara zarokên bi zorê tên xebitandin zêde dibe.    Delîlê 12 salî ku li kolaneke qerebalix a Wanê li ber ronahiyên çûnhatinê disekirine, dema ronahiya sor pê dikeve camên wesayîtan paqij dike. Car heye hin ajokar heqaretêjî li Delîl dikin. Delîl, diyar kir ku tew hin kes naxwazin wan bibînin, lê hindik be jî hin kes çar-pênc qurîşan di cama wesayîtê de dirêjî wî dikin. Delîl, got ev karê xeternak heta roj diçe ava dike û ji bo aliyê malbata xwe bike ji mecbûrî dixebite.    'DEMA BAVÊ MIN JI GIRTÎGEHÊ DERKEVE EZ Ê DEV JI VÎ KARÎ BERDIM'    Zinarê 11 salî jî, li Kolana Cumhûriyetê avê difiroşe. Zinar, anî ziman ku ji ber bavê wî di girtîgehê de ye ji mecbûrî dixebite. Zinar, bilêv kir ku her roj sibehê zû derdikeve û heta saet 8'ê êvarî li kuçeyan avê difiroşe. Zinar, diyar kir ku ji bo tevkariya malbata xwe bike dema dibistan tên girtin ew dixebite û got: "Ez jî dixwazim serê sibehê rakevim, biçim hawizan avjeniyê bikim, duçerxeyê bajom û biçim parkan. Lê ji ber bavê min di girtîgehê de ye ji mecbûrî dixebitim. Pir dibetilim. Carinan nikarim qofeya ku av têde ye hilgirim. Li malê em 8 kes in. Du kekên min jî dixebitin. Ez jî aliyê wan dikim."     'EM AVA KU DIFIROŞIN VENAXWIN, ÇIMKÎ...'    Serdarê 13 salî ku avê difiroşe jî, got ava ku ew difiroşin venaxwin dema tî dibin diçin mizgeftê avê vedixwin. Serdar got: "Eger em vê avê bixwin, dê ji bêrîka me lîreyek kêm bibe, loma em ava kaniyê vedixwin."    Mûratê 12 salî jî her sibeh radihêle mêzîna xwe. Mûrat nexwest dîmenên wî bên kişandin û ji bo vê jî got: "Keko eger tu dîmenê min nekişînî, ez ê biaxivim." Mûrat got: "Serê sibehê heta êvarî tevî mêzîna xwe li kuçe û kolanên Wanê digerim. Hin mirov bi xerabî nêzî me dibin. Min jî dixwest niha di hawiz de bûma, lê ji bo li malbata xwe nebim bar û ji bo tevkariya wan bikim dixebitim."    MA / Mahmut Ruvanas