Nivîskarê aboriyê Ozgur: Krîza kûr û giran li ber derî ye 2018-07-10 09:13:55   STENBOL – Nivîskarê Aboriyê Bahadir Ozgur, diyar kir ku krîza aborî ya niha dê neşibe ya salên 1994 û 2001'an û wiha got: "Ev krîzek kûr û giran e. Dê girtina şîrketan zêde bibe. Dolar dê bibe 5 tl.    Nivîskarê Aboriyê Bahadır Ozgur, der barê rewşa aboriya  Tirkiye de nirxandin kir û diyar kir ku di 15 salên dawî de enflasyon herî zêde bilind bûye. Ozgur, da zanîn ku li bendê ye enflasyon zêdetir bibe û wiha got: "Hikûmetê bi taybetî beriya hilbijartinê Baja Maşîneyan kêm kir. Lê bi zemê piştî hilbijartinê dê enflasyon zêdetir bibe. Zem dê rakora enflasyonê bişkîne. Zem bêtir girêdayî buhabûna pereyên biyanê ne. Her ku pereyên Tirkiye li hemberî pereyên biyanî bê qîmet dibin zem jî zêde dibe. Her ku zem zêde dibe enflasyon jî zêde dibe. Eger rêjeya enflasyonê di meha tebaxê de bigêje ji sedî 20 pêkan e. Ji ber ku enflasyona buyahê hilberiner gihişt 24’an. Yanî di navbera buhayê hilberîner û serfkar de 10 puan heye. Ev dê bandora xwe li ser zemê bike."     DEYN ZÊDE DIBE   Ozgur, da zanîn ku pirsgirêka bingehîn li aliyekî enflasyon zêde dibe û li aliyê din faiz jî zêde dibe. Faîzên tahvil ên nû gihişt ji sedî 20’an. Ev nîşan dide ku pêdiviya Tirkiye bi deynan heye. Tirkiye ji bo xwe ji vê rewşê xelas bike dê ji neçarî deyn bike. Faîza ji sedî 20 a tahvilê nîşan dide ku maliyeta deynan a Tirkiye pir bilind e. Di dowîzan de jî li gorî dixwazin êdî danakeve. TL li hemberî dowîz bê qîmet bûye."    PIŞTÎ OHAL'Ê DÊ ZEM ZÊDE BIBIN   Ozgur, destnîşan kir ku rewşa herî talûke jî hemwext zêdebûna enflasyon, faîz û pereyên biyanî ne. Di sala 2019’an de Tirkiye dê rastî krîza aborî ya kûr bê. Piştî gloka Enflasyon û devaluasyonê, Tirkiye dê mecbûr bimîne ku deny bike. Ev jî dê bibe sedem ku zê dem zêde bibin. Ji ber ku deynê şîrketan zêde ye û nikarin deynê xwe bidin dê deriyê şîrketan bigirin. Tirkiye ji bo lêçûna 100 lira, 150 lira deyn dike. Ev jî dibe sedem ku 50 lira zêde deyn bike. Ev jî nîşan dide ku di sala 2019’an de deyê Tirkiye dê zêde bibe. Bi taybetî piştî OHAL  rabe, ev dê bêtir xuya bibe. Dolar dê bibe 5 tl. Di demek nêzîk de dolar kêm nabe. Dê pêla zemê bandora xwe li ser her tiştî bike.  Hemû alav û amûrên ku her kes bikar tîne ji sedî 32 zem bûn. Ceyran, xaza xwezayî, av jî zem bû.    Mehmet Şimşek daxuyaniyek pir zelal da. Got 'Tirkiye dê çavkaniya 210 milyar dolar bibîne. Dê ev çavkanî hêdî hêdî biherike Tirkiye. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye dê ji derve deyn bike. Piyasa navneteweyî ye. Ev jî garantoriya ÎMF'e ye. Ji ber vê yekê ev krîz dê kûr û gran be. Ev krîz naşibe krîzên salên 1994 û 2001'an. Tê bêtir giran be.      MA / Bilal Seçkin