Piştî kabîne hat ragihandin, dovîz rabû 2018-07-10 10:20:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Piyaseyê bertekek hişk nîşanî tercîha Erdogan a rêveberiya aboriyê da. Piştî kabîne hat ragihandin, dovîz ji nişka ve rabû.    Piştî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, kabîneya nû ragihand, ji nişkave dolar ji sedî 2.40 zêde bû û derket 4,68 TL’an. Piştî bi deqeyan çardin dolar rabû û bû 4.75 TL. Euro jî heya 5,55 TL rabû.  Berî ragihandina kabînê dolar 4,58 TL bû.    Di rêveberiya aborî ya kabîneya nû de Mehmet Şîmşek, Nacî Agbal, Nîhat Zeybekcî û Lutfî Elvan cih digirin. Piyaseyê bertekek hişk nîşanî tercîha Erdogan a rêveberiya aboriyê da. Piştî kabîne hat ragihandin, dovîz ji nişkan de rabû.