Tirpankêşê 35 salan: Tenê hêviya min dest û milên min in 2018-07-13 09:16:36   WAN – Paleyên ku ji serê sibehê heta êavrî bi tirpanê zad diçinînin, ji şert û mercên xwe yên xebatê ne razî ne. Mehmet Coşanê ku 35 sal in vî karî dike, got ji ber betaliyê tenê hêviya wî dest û milên wî ne.   Li Serhedê amadekariyên ji bo zivistanê dest pê kirin. Wexta çinîna genim, ceh û giyayan ji bo paleyên ku bi tirpanê çinînê dikin hem cihê hêviyê ye, hem jî zor û zehmetî ye. Ji ber ku ceh û genimên ku li cihên bi pal tên çandin bi bîçerê nayên çinîn, bi tirpanê tên çinîn. Paleyên ku serê sibehê saet di 07:00'an de dest bi kar dikin heta 18:00'an dixebitin. Tirpankêşên ku li bazara tirpankêşan ya li Taxa Bahçivan a Wanê ne, li benda xwediyê erdan û mêrgan e. Li bazarê tirpankêş û xwediyên erdan ji bo li hev bikin di ber xwe didin. Ji ber ku yewmiye hindik e pale ne kêfxweş in. Lê di dema bazariyê de tirpankêş bihayên pîvaz û petatan bi brî dixin û tînin ziman ku ew nikarin debara xwe bikin.    YEWMIYE 140-180 LÎRE YE    Mehmet Coşanê (58) ku 35 sal in bi tirpanê paleyiyê dike, behsa şert û mercên xebatê kir û got: "Em di îşkenceyê de ne. Ji bilî vê karekî ku bikim tune ye. Eger neçim tirpanê ez ê birçî bimînim. Em rojê 140-180 lîreyî digirin. Êdî kî çi qasî bide. Pereyê ku em digirin ne heqê keda me ye, lê ji bo em birçî nemînin em dixebitin. Li bajarê me fabrîkayek jî tune ye. Ma em karê tirpanê jî nekin em ê çi bikin?"    'ÊDÎ KEFA DESTÊ XWE HÎS NAKIM'    Coşan, destnîşan kir ku erdên ku karê wan dikin kend û kosp in û got: "Cihê ku bîçer nikarin biçinê em tirpan dikin. Hin erd zêde pale ne. Çend roj berê dema li nav erdekî bi kend û kosp dixebitîm, keysa min xera bû ketim erdê. Ji ber germahiyê û westanê ji ser hişê xwe ve çûm. Bi ambulansê ez rakirim Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Hewa dîsa germ bû. Ev yek etsîreke nebaş li me dike. Ji ber ku tirpan bi qeweta mil e, karekî zehmet e. Sertapê me ji xwêdana şil dibe û dest û nav milê min diêşin. Kefa destê min cedew girtiye û ji ber ku pir hişk bûye êdî êşê hîs nakim."    'ROJÊ 3 DONIMAN TIRPAN DIKIM'    Coşan, anî ziman ku yewmiyeya ku digirin têra wan nake û got: "Li navçeya Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê û li navçeyên Payîzava û Erdîşê dixebitim. Rojê 3 donim erd dajom. Li Erdîşê yek ji wan tirpanvanê herî baş im. Li Erdîşê ji min re dibêjin 'Memocanê Tirpankêş'. Tenê hêviya min dest û milên min in. Em dixwazim yewmiyeya me bê zêdekirin. Êdî nikarim debara xwe bikim. Nikarim debara xwe bikim. 8 zarokên min hene. Fiyetên şekir, pîvaz, petat, rûn, ar, ka û êm firiyane. Ma ez ê çawa debara xwe bikim. Em nizanin pereyê ku em digirin diçe kuderê jî."    MA / Mahmut Ruvanas