Li Antalyayê cînayeta kar 2018-07-23 11:59:33   ANTALYA – Li navçeya Fînîke ya Antalyayê li Fabrîqeya Plastîk karkerê bi navê Nûrettîn Aksongûr (61) ket makenîya hûrkirinê plastîk û bi xebitandina makînê re bi awayekî dilşewat jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Fînîke ya Antalyayê karkerê bi navê Nûrettîn Aksongûr (61) ku li Fabrîqeya Plastîk a Kizilcayê dixebitî,  jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin karker Aksongûr sere sibehê dema tê kar, ji bo paqişkirinê dikeve makîneya hûrkirina plastîk. Karkerekî din ku haya wî ji Aksongûr namîne, makînê dixebitîne û Aksongûr li ser vê yekê bi awayekî dilşewat jiyana xwe ji dest dide.   Ekîba tendurîstiyê ku piştî bûyerê hat cihê bûyerê cenazeye Aksongûr rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Fînîkeyê. Polîsan derbarê bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.    Xizmên Aksongûr ku piştî bûyerê bihîstin, hatin fabrîqeyê diyar kirin ku hejmareke zêde karker ji ber bergiriyên ewlejiyê nayên girtin li fabrîqeyan birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. Xizmên Aksongûr dan zanîn ku Aksongûr li gel ku teqawît bûye jî ji ber ku rewşa wî ya aborî nebaş bûye, neçar bûye ku li Fabrîqeyê bixebite.