Pirsgirêka kurd aborî têk bir: Ji bo parastinê 92 milyar hat veqetandin 2017-10-19 11:45:22 ENQERE - Di razemeniyên Butçeya Navendî ya 2018'an de ya hikumetê de para herî zêde ji bo şer hat veqetandin. Ji bo saziyên ewlehî û parastinê razemenî hat kirin û ev wekî 92 milyar 718 milyon 151 hezar TL hat destnîşankirin.  Di Pêşnûmaya Butçeyê ya Rêveberiya Navendî ya Sala 2018'an de lêçûnên şer mohra xwe li binê karesata aboriyê da. Pêşnûmaya li Komîsyona Butçeyê ya Planên Meclisê de tê nirxandin, beşa herî zêde ya aboriyê ji bo "ewlehiyê" hat veqetandin. Heke pêşnûmeya ku tê nîqaşkirin di komîsyonê de bê qebûlkirin, dê sewqî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin, dê maratona butçeyê dest pê bike. Hikumeta ku pirsgirêka kurd bê çareserî hiştiye, ji bo ewlehiyê 92 milyar TL veqetand.   DA SALEKÊ DE 28 MıLYAR TL ZÊDE BÛ   Sala çûyî di butçeyê de 64 milyar û 306 milyon 50 hezar TL raste rast ji bo "ewlehî û parastinê" û saziyên girêdayê wê hat veqetandin, ji bo sala pêş jî ev hejmar derekt 92 milyar û 718 milyon û 151 hezar TL'yî. Di nava salekê de tenê ji bo parastin, ewlehî û 9 saziyên girêdayê wê 28 milyar û 412 milyon 101 hezar TL zêdeyî pêk anîn. Ev rêze di sala 2016'an de 58 milyar bû.   Doğrudan “güvenlik ve savunma” ile alakalı olarak bütçeden pay alan kurumların 2018 yılı için merkezi bütçeden alacakları pay ise şöyle:    Serokomariyê re: 845 milyon û 365 hezar   Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî: 2 milyar û 335 milyon û 535 hezar   Sekreteriya Giştî ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî: 29 milyon û 158 hezar   Wezareta Parastina Neteweyî: 40 milyar û 402 milyon û 239 hezar   Wezareta Karên Navxweyî: 7 milyar û 300 milyon û 918 hezar   Fernamdariya Giştî ya Cendirmeyan: 13 milyar û 311 milyon û 208 hezar   Miduryeta Giştî ya Ewlehiyê: 27 milyar û 792 milyon û 655 hezar   Fernamdariya Ewlehiya Pêravan: 682 milyon û 700 hezar   Musteşariya Ewlehî û Sazûmaniya Cemaweriyê: 18 milyon û 373 hezar   Li gorî daneyên ku îsal derketine pêş para herî zêde ji bo ewlehiyê hatiye veqetandin. Li gorî butçeya wezaretê, di sala 2017'an de 28 milyar û 702 milyon û 119 hezar TL ji bo ewlehiyê hatiye veqetandin, ev rêje îsal gelekî zêde bû û 40 milyar TL ji sala nû hat zêdekirin. Pereyê di dema Erdogan de qat bi qat zêde bû, îsa jî beşa herî zêde dan Serokwezîriyê. Dîsa di nava saziyan de saziya herî bi kar jî Diyanet e û saziyên tenduristî û perwerdeyê ji van paran ên herî bê şans tên dîtin.