Şerê li herêmê bandora xwe li ser cotkarên rojava jî dike 2018-07-27 09:01:31   MANÎSA – Cotkarên tirî yên Manîsayê bertek nîşanî butçeya ji bo şer tê razandin dan û gotin “Em di bin deyn de mane. Şer bandora xwe li ser me dike. Bila êdî ji vê pergalê re bêjin rawest e.”    Şerê li bajarên herêmê tê meşandin bandora xwe li ser aboriya Tirkiyeyê û cotkaran dike. Butçeya ji bo şer tê veqetandin nahêle ku cotkar jî kar bikin. Cotkarên tirî yên li Manîsayê ji ber ku piştevaniya ji bo wan nayê kirin û hemû didin şer bi gilî û gazin in.    Li navçeya Saruhanli ya Manîsayê cotkarê tirî Hasan Karacag anî ziman ku ji ber lêçûyîna mesrefan û bihayê tirî rûyê wan nakene û êdî nikarin bi vê cotkarê debara xwe bikin.    KARA WAN NABE    Karacag diyar kir ku cotkara donimek tirî dike û got: “Kar û mesrefên me hev dernaxe. Bihayê kîloyan mesrefa me dernaxe. Odeya Zîratê tenê serê dekarê 12 lîre piştgirtina mazotê dide me. Lê dîsa jî em zirar dikin. 100 donim tiriyê te hebe, her sal tu neçarî 500 milyon li serê bidî. Di van şertan de cotkarî nayê kirin.”    COTKAR DEYNDAR IN    Karacag destnîşan kir hemû cotkar di bin deyn de ne û cotkar xwe li ser krediyên çandiniyê yê ji bankanayan distînin li ser piya digirin û 400 hezar lîre ji bankayan re deyndar e û vî deynî bi takstîdan dide. Karacag da zanîn ku di vê çarçoveyê de kar nake û got “Heke kîloya tiriyê me bi 7 lîreyan bê firotin, em ê keda xwe bi dest bixin. Lê heke wisa nebe dê hemû keda me vala biçe û em ê deyndar bimînin.”     'ŞER DIBE SEDEMA KRÎZÊ’    Karacag destnîşan kir ku ji ber bihabûna pereyên biyanî û krîza aborî şertên cotkaran hin bêtir giran bûne û got: “Paşeroj xerab xuya dike. Li şûna destekê bidin cotkaran, lê butçeya aboriya ji nîvî zêdetir ji bo şer tê xerckirin. Tekane sedemê krîzê şer e. Hemû butçe ji şer re diçe. Bila êdî ji vê pergalê re bêjin bes e û rawestînin. Pêwîste dewlet destekê ji bo cotkaran temîn bike.”