Karkerên Paksanê: Sendîkayê destek neda me 2018-08-03 09:20:53   STENBOL - Endamê Sendîkayê Sendîkaya Metal Îş'ê Ugur Îlter diyar kir ku ew karkerê Paksan Makînayê ne û got: "Lê şirketê em ji kar avêtin. Ligel ku em endamê Sendîkayê bûn jî, li dijî şîrketê destek neda me û biryara çalekiyê me bi însiyatîfa xwe girt."   Şîrketa Anonîm a Paksan Makîneyê ya li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê ji bo ku karker bûne endamên Sendîkaya Metal Îş'ê ji kar derxistin.   Karkerên ji çar kesan pêk tên di 31’ê Tîrmehê de ji kar hatin derxistin. Karkeran helwesta sendîkaya xwe bi daxuyaniya çapemeniyê ku nîşan dan qebûl nekir û biryar dan ku ji bo karê xwe bi dest bixin li pêşiya Paksan Makîneyê dest bi çalekiya 3 rojan bikin. Li gor çalekiyê 1’ê Tebaxê heta 3 Tebaxê  li pêşiya fabrîqeyê ji destpêka mesayiyê heta qedandinê aktivîteyên cihêreng pek anîn. Karker 3 roje di çalekiyê de ne dê îro bên gel hev û biryara domkirin û nedomkirina çalekiyê bidin.      Ugur Îlter ê ji kar hat derxşstin destnîşan kir ku dema ew ket kar ji wî re gotin ku di Paksanê de piştî du meh bixebitî dikarî bibî endamê Sendîkayê. Sendîkaya ku karkerên Paksanê dibin endamê wê jî Metal Îş a Hevgirtî (Birleşîk Metal Îş) ye. Îlter got: "Piştî 2 mehê min di kar de qediya min dît ku karkerên taşeron ên 2 salan hene. Li cihê kar bi havalên ne endamên sendîkayê re me gotubêjên endamtiya sendîkayê kir. Ji bo vê em li derveyê cihê kar civiyan. "   'DAXUYANIYA SENDÎKAYÊ PASÎF BÛN’    Îlter aşkera kir ku piştî 3 mehan bûn endamê sendîkayê û pêvajoyê wiha vegot: “Dawiya mehê em li bendê bûn ku muçeyên me li gor kesên endamê sendîkayê bidin me. Lê wek karkerên taşeroniyê dan. Bo ku mafê xwe yê sendîkayê bi dest bixin me parêzer girt û doza bidestxistina mafê xwe vekir. Piştî dozê dema navbervaniyê dest pêkir. Li gel ku em endamê sendikayêne jî fîrmayê ji navbervan re got vana ne endamê sendîkayêne. Roja 31’ê Tîrmehê kesek ku xebatkarên berê jî wî nedîne û nasnakin hat berme û ji mere got ‘ez patronê we me. Paksan îş nade min. Ji ber vê jî ez mafê weyê îş fesh dikim.’ Piştî vê me bakir nûnerên sendîkayê. Me got em karin çi bikin. Em nîşan bidin ku ji kar avêtin ewqa ne hîsan e. Li ser vê daxwaza me nûnerê sendîkayê yê heremê got ‘sibê seet 7.00’ê de werin em wek du vardiye daxuyanî bidin. Me got ev helwest pir pasîf e. Roja Înê jî fabrîqe ji bo mehek dikeve betlaneyê. Me jî heta înê biryara çelekiya xwe da. Ji bo domkirin û nedomkirina çalekiyê îro emê biryara xwe bidin.”   'SENDÎKAYÊ DESTEK NEDA'   Îlter çalakiya karkerên DHL Express a di kolana jêr wan de bibîr xist û got ji bo ku sendîkaya wan li pişt wan bû piştî çalekiya salek karê xwe bi dest xistin. Îlter diyar kir ku sendîkaya wan destek neda wan û ji bo di çalekiyê karkerên DHL Expressê piştevanî dan wan. Îlter anî ziman ku heke guhertinek nebe ew ê li gel parêzerên xwe dest bi hemû serlêdanên hiqûqî bikin.    MA / Muhammet Dogru