Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan 2017-10-20 09:16:34 WAN – Li warê Feqiyê Teyran Miksê, gûzên ku mêr ji daran dadiweşînin, jin berhev dikin.  Li diyarê Feqiyê Teyran navçeya Miksê ya Wanê ku wek embara gûzan tê zanîn, bi meha Cotmehê re dest bi jêkirina gûzan hat kirin. Gûz çavkaniya debarê ya herî girîng ên navçeyê ne û tenekeya wê bi 300 lîreyî tê firotin. Jêkirina gûzan 20 rojan didome û di van rojan de mêr gûzan ji daran dadiweşînin û jin jî berhev dikin. Her wiha zarokên ku tevî jinan gûzan berhev dikin jî wesayîtên di rê de diçin û tên disekinînin û gûzan difiroşin wan.    ‘HERÎ ZÊDE JİN TAHBÊ DIKÊŞIN’    Jin bi selikên ku didin pişta xwe gûzan tînin mal û wan li ser xanî hişk dikin. Dayika 11 zarokan Nezahat Orhan (45) ku nêzî 100 darên wê yên gûzan hene, anî ziman ku di dema jêkirina gûzan de herî zêde jin ditahbin. Orhan, diyar kir ku ew bi gûzan debara xwe dikin û di 3 salên dawî de wan îsal debreke baş bi dest xistiye.    Orhan, anî ziman ku ji meha Tîrmehê heta Cotmehê gûz hêdî hêdî kamil dibin û şert û mercên avdaniyê û avhewayê di warê kamilbûna gûzan de girîng in. Orhan wiha got: “Divê gûz di wextê xwe de bên jêkirin. Çimkî gûzên dema debra wan derbasbûyî reş dibin û qalîteya wan kêm dibe.”    GÛZAN DIKIŞÎNIN SER XANΠ   Orhan, anî ziman ku ev çend roj e hema bêje li hemû taxên navçeyên karê berhevkirina gûzan tê kirin. Orhan, diyar kir ku pêşî ew potekî li bin daran radixin, paşê mêr diçin ser daran û gûzan dadiweşînin. Orhan ev tişt gotin: “Dema mêr dadiweşînin em jin û zarok jî gûzên dikevin berhev dikin. Paşê em gûzan bi selikan dikişînin malê û dibin ser banî.”    Orhan diyar kir ku karê herî zehmet jî jêkirina qalikên gûzan e û ev yek xur û şewatê li canê mirov peyda dike. Orhan da zanîn ku paşê ew van gûzan ji bo hişk bibin li ser potekî radixin û wiha domand: “Hefteyekê, deh rojan wisa tên sekinandin.”    ‘EM ALÎKARIYA EXTİYARAN JÎ DIKIN’    Orhan, diyar kir ku dema ev kar didome hin jin jî ji bo kesên dixebitin xwarinê çê dikin û wiha got: “Bi vî awayî karbeşî tê kirin. Em vê yekê ji bo baxçeyên xwe tenê nakin, em alîkariya kesên extiyar jî dikin.”    MA / Seda Taşkın