Sonmez : Sedema krîza aborî rejîma yek zilamiye 2018-08-07 10:20:01 ENQERE - Aborîzan Mustafa Sonmez, diyar kir ku tê xwestin DYA bikin sedam krîza aborî, lê ya rast sedema krîza aobî rejîma yek zilamiye û got: “Tirkiye dinava bêçareseriyê deye. Êdî ji kontrolê derketiye û krîza rêveberî tê jiyîn. Tişta dibe eve.”   Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan, herî dawî ku çû Îngîltereyê û piştî serdana xwe li Bloomberg’ê daxuyanî da û şûn de dolar tim radibe û gehişt asta herî jorê. Her dawî di encama serbest berdana Rahîp Andrew Brunson, DYA biryar da ku danekirin dane ser Wezîrê Karê  Hûndir Suleyman Soylu û Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul. Piştî vê biryara DYA dolar rekûr şikand û bû 5.30 TL.    ‘ABORÎ JI KONROLÊ DERKETIYÊ’    Aborîzan Mustafa Sonmez, bilindbûna dovîz a li Tirkieyê nirxand û wiha axivî: “Aboriya Tirkiyeyê ji kontrolê derketiye û krîza rêveberiyê tê jiyîn. Têkiliyên bi DYA’yê re bi demê re hatine hiştin. Dixwazin krîza aborî ya Tirkiyeyê tê jiyîn bikin malê DYA. Gotinên weke ‘DYA ji me diheside, mişraqên derve de me asteng dikin.’ Ev ne rastin. Dibe ku gelek hincetan ava bikin. Lê ve yek dê pêşiya xizantiya mirovan û bêkariya mirovan negire. Ev ne çareseriye. Di encamê de Tirkiyeyê  dinava bêçaresertiyê deye. Êdî ji kontrolê derketiye, krîza rêveberî tê jiyîn. A niha li  holê ev rewş heye.”    'SEDEMA QEYRANÊ REJÎMA YEK ZILAMIYE'   Sonmez, anî ziman ku  sedama krîza aborî di rejîma yek zilamî de israr kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber baweriya mirovan bi yek zilamî nayê. Ji ber vê yekê deyn nad. Ger rejîm bêje ‘pergala me raste’, wê demê du rê hene. Ji bo ev krîza aborî derbas bibe, divê serî li IMF’ê bê dayîn. Yanî jî divê bikeve bin kontrola IMF’ê. Ger vê qebûl nekin, wê demê dê qet serî li IMF’ê nedin û dest ji pergala xwe ya polîtîk bernedin. Di vê rewşê de jî, mirov dê xizantir bibin. Di rewşek wiha de, dê aborî bikeve kaosê.  Ji xwe ev jî ne di xema wan deye.”   MA / Selman Guzelyuz