Her ku dolar zêde dibe, esnaf perîşan dibe 2018-08-12 09:14:23     MÊRSÎN – Zêdebûna dolar deynê esnafan zêdetir kir. Li Mêrsînê esnafan got: "Herkes ji ber vê diêşe. Eger wisa dewam bike, dê gelek esnaf derabeyên xwe deynin."    Zêdebûna dowîzê, pişta esnafên biçûk şikand. Li Mêrsînê esnafên biçûk ku bi dolar û euro kar dikin, perîşan bûne. Gelek jê hindik maye derabeyên xwe deynin. Esnafên li Çarşiya Masta a Kevn û derdorê, anîn ziman ku ji ber dowîzê deynê wan zêde bûne.    ‘MIŞTERÎ HEYIRÎ BÛNE'    Davût Genç, diyar kir ku zêdebûna dolar sîrayetî fiyetan jî dike. Genç, bilêv kir ku 35 sal in amûrên elektronîk difiroşe û ji ber zêdebûna dolar êdî nikarin kar bikin. Genç got: "Bifikirin deynê esnafekî 30-40 hezar dola r. Dema dolar zêde bibe ev deyn zêde dibe û esnaf bi awayekî zêde dixisire. Mişterî tenê li fiyetan dipirsin. Mesela îro li fiyetê amûrekê dipirse, sibê tê dîsa li fiyetê heman amûrêd iprise lê dibîne ku fiyet du qat zêdetir bûye. Her wiha TL jî ewqasî bêqîmet dibe. Her kes ji ber vê diêşe. Eger wisa dewam bike dê gelek esnaf derabeyên xwe deynin. Em nizanin em ê heta kengî bikaribin li ber xwe bidin."    ‘MIROV BEDBÎN IN'    Genç, destnîşan kir ku bedbîniyek li mirovan peyda bûye û nizanin dê rewş çawa bibe. Genç, diyar kir ku eger dolar sabît bibe em ê li gor wê hesab û kîtabên xwe bikin lê wisa dixuyê dê sabît nebe û got: "Xwedê dawiya me bi xêr bike."    ‘EZ Ê DIKANA XWE BIGIRIM'    Erol Emren, bilêv kir ku ew nikare xercaneya rojane ya dikana xwe jî bi dest bixe û ji ber ku dikana wî bi kirê ye û kar tune ye ew ê dikana xwe bigire. Emren got: "Bi zêdebûna dolar fiyet jî zêde bûn. Hêza kirînê kêm bûye. Êdî mirov nikarin alvêrê bikin. Bawer bikin saet heta 12'an ancax em siftehê dikin. 5 sal in em bi paş ve diçin."    'ÊDÎ EM HEW ÎDARE DIKIN'    Esnaf Mehmet Guneş jî, destnîşan kir ku êdî mirov nikarin tiştekî bikirin û got: "Bi zêdebûna dolar ne quweta me ne jî quweta mişteriyan heye ku tiştekî bikirin. Piyase rûxiyaye. Berên ku ez difiroşim hemû bi dolar ve girêdayî ne. Ne tenê yê min hema bêje yên hemû esnafên li çarşiyê wisa ne. Berê ku îro difiroşim ûs ibê biforşim fiyetê wan diguhere. Fabrîkayan her tişt bi dolar ve girêdaye. Malê ku duh bi 100 lîreyî bû, îro bi 120 lîreyî ye. Zêdebûna dolar bandoreke mezin li me dike. Hûn dibînin, em hemû rûniştîne. Loma em zêde dixisirin. Êdî em hew îdare dikin."    MA / Ergin Çaglar