‘Heta niha me krîzek wiha nedîtiye' 2018-08-16 09:20:03   AMED – Li Amedê, her çend ber destê cejnê be jî, lê li sûk û bazaran bêdengiyek mezin heye. Esnaf û welatiyên ku gazinan ji fiyetên biha dikin, diyar kirin ku wan heta niha krîzek wiha nedîtiye.    Krîza aborî bi awayekî zêde tesîr li alvêra cejnê kir. Welatî û esnafên li Amedê diyar kirin ku fiyet du qat zêde bûne û wan heta niha wekî vê krîzê tu krîz nedîtine.    Esnaf Evren Koçak, anî ziman ku li gor par îsal fiyet zêde ne û got: "Kîsikê ku min hefteyek ber bi 10 lîreya stend, niha bûye 16 lîre. Ji sedî 60 zem xwariye. Bi zêdebûna dolar re hêza kirînê lawaz bûye û ji ber vê karê me sekiniye. Eger rojek berî rojekê çareseriyek neyê peydakirin dê mirov bi hev bikevin."   ‘ZÊDEBÛNA DOLAR TESÎRÊ LI GEL DIKE'    Koçak, diyar kir ku bi salan e esnaftiyê dike, lê wan heta niha krîzeke wiha nedîtiye. Koçak, bilêv kir ku par kîloya firingiyan bi lîreyekkê bû, lê niha ew bi 2 lîre û nîvan didin û dema rewş wiha be kes ne pênc kîlo kîloye firingî dikire. Koçak, destnîşan kir ku krîza aborî tesîrê li dewlemendan nake, li feqîran dike û got: "Dema dolar zêde bibe tesîrê li gel dike. Dema tesîrê li gel bike, ev yek li esnafan jî dike. Firotin kêm dibe. Hin kes vê yekê wekî firsendê bi kar tînin û eşyayan zem dikin."    FIYET DU QAT ZÊDE BÛN    Alî Onan, diyar kir ku zêdebûna dolar tesîrê li wan dike û got: "Gelek ber girêdayî dolar in. Her ku dolar zêde dibe, tesîr li welatiyan dike." Esma Mûtlû jî anî ziman ku her hefte ew bi 75 lîreyan berê xwe dide bazarê û got: "Eger 75 lîre be baş e, lê zêdetir dibe. Kîloya firingî û îsotan bûye 2 lîre û nîvan. Em 5 nifûs in, lê em nikarin îdare bikin. Berê fiyet erzan bûn, berê me heman zebze bi 75 qurîşan, bi lîreyekê dikirî."    Gulîstan Ayhan jî got: "Berê wan xiyar bi lîre û nîvekê dikirî, lê niha ew bi 2 lîre û nîvan dikirin."