Esnafên Çarşiya Amûrên Elektronîk: Mirov nikarin nan bikirin, dê çawa amûrên elektronîk bikirin 2018-08-26 09:07:15   ÎZMÎR – Esnafên Çarşiya Amûrên Elektironîk ku eşyayên xwe bi dowîzan dikirin, diyar kirin ku mirov nikarin nan bikirin, dê çawa amûrên elektronîk bikirin.    Pêldariya di kûra dowîzî de herî zêde jî bandorê li amûrên elektronîk dike. Esnafên Çarşiya Amûrên Elektronîk a li navçeya Konak a Îzmîrê, diyar kirin ku hema bêje amûrên wan ji sedî 50 biha bûne û ji ber vê tu karî nakin. Esnafan destnîşan kir ku ji ber vê yekê gelek esnafan dikanên xwe girtine.    TELEFONA BI 300 LÎREYÎ BÛ 500 LÎRE    Esnaf Ahmet Acar ku nêzî 20 salan e li çarşiyê telefonan difiroşe, bilêv kir ku her diçe rewşa karê wan xirabtir dibe. Acar, diyar kir ku ji ber pêldariya di kûra dowîzî de hema bêje 2 sal in rewşa karê wan nebaş e. Acar, da zanîn ku telefonên bêrîka bi dolaran dikirin û niha ji sedî pêcî fiyetên telefonan biha bûye û got: "Telefona ku me bi 300 lîreyî difirot, niha bûye 500 lîre. Hema bêje du qat zem xwariye. Li gor sala par em îsal hindiktir qezenc dikin. Berêrojê me 150-200 lîre qezenc dikir, niha 70 an jî 100 lîre. Zêdebûna dolar zêde bandor li me kir. Pir hêviya me ji bo başbûna aboriyê tune ye, lê înşelleh baş bibe."    ‘ÊDEBÛNA DOLAR EM PERÎŞAN KIRIN'    Orhan Sonmezê 51 salî ku 10 sal in perçeyên amûrên elektronîk difiroşe, got di cejnê de jî wan tiştek qezenc nekiriye. Sonmez anî ziman ku zêdebûna dolar bandor li tevahiya Tirkiyeyê kiriye û got: "Amûrên elektronîk hemû di dest min de man. Sala çûyîn jî rewşa karê me evqasî nexarab bû. Lê niha qet nabe. Niha heftê 200 lîreyî qezenc dikim. Zêdebûna dolar em perîşan kirin. Pergala me serobino kir."    ESNAF DIKANÊN XWE DIGIRIN    Suleyman Belekê ku 15 sal in telefonên bêrîkan difiroşe jî, diyar kir ku bêyî dolar û eûro ew nikarin kar bikin . Belek, destnîşan kir ku par qezenca wan ji sedî 20 bû, lê niha ew ji sedî 1'ê jî qezenc nakin. Belek got: "Ev aborî baş nabe. Bi vî awayî be, her biçe dê xerabtir bibe. Bi navê piyaseyê tiştek nemaye. Her ku dolar zêde dibe ceryan, gaza xwezayî û av biha dibe. Em ketin çi halî. Êdî em nikarin xaniyan kirê bikin. Par xaniyê ku me bi 500 lîreyî kirê dikir, niha bûye hezar lîre. Ev pêvajo serdema Tansû Çîllerê tîne bîra me. Esnafên li çarşiyê hêdî hêdî dikanên xwe digirin. Li vê çarşiyê 10-15 esnaf ji ber dolar û eûro top avêtin."    MIROV NIKARIN NAN BIKIRIN, DÊ ÇAWA...   Emîn Bozyaş jî destnîşan kir ku zêdebûna dolar zêde tesîr li wan kiriye û got: "Niha mirov nikare nan bibe mala xwe û em jî li vira li benda wan in ku werin tiştekî ji me bikirin." Bozyaş, bilêv kir ku 6 meh berê jî rewşa wan ne xerab bû û got: "Piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê aborî bi temamî rûxiya û em esnaf perîşan bûn."    MA / Ruken Demir - Nimet Olmez