Firoşkerên Xoxa zevî firotin û koçî bajar kirin 2017-09-23 09:28:28   ÊRSÎN - Welatiyên bi karê xoxan re eleqedar in diyar kirin ku mesrefên wan gelekî zêde bûne, ji ber ku di binê buhayê fabrîqeyê de buha tê diyarkirin, ew ketine binê deynan. Ji ber vê gelek welatiyên ku karê xoxan dikirin, zeviyên xwe firotine û li bajaran bi cih bûne.   Welatiyên li bajarokên Zeybellî, Koçayer, Sarilar û Tepekoyê yên girêdayê navçeya Mezîtliyê ya Mêrsînê dijîn, bi salan e bi karên xoxan re eleqedar in, di demên dawî de di binê deynan de ne. Welatiyan aşkera kir ku fabrîqeyên li herêmê hatine vekirin, buhayê xoxan gelekî erzan kiriye, ji ber mesrefên zêde gelekî zerarê dikin. Gundiyên di bin mêtirngeriya deynê Banka û fabrîqeyan de ne, tenê rêya çareseriyê ji herêmê derketinê de dibînin. Keyayê taxa Tepekoyê û Serokê Yekitiya Afrînerên Xoxên Mazîtliyê Nevzat Kurt aşkera kirin ku kes dengê wan nabihîse.   ‘FABRÎQE BUHAYAN DIYAR DIKIN’   Kurt aşkera kir ku li Mazîliyê li ser 12 hezar donimî xox hatine çandin û di nava salê de 40 û 45 rojan de ev xoxana tên berhevkirin û wiha got: "Li vê herêmê 80 an jî 100 hezar ton xox tên berhevkirin. Ev xoxan dema tên berhevkirin, divê di demê de bên firotin. Dema neyên firotin dê xirab bibin. Salê dermankirin, xebat û maliyeta wê bi 40 qurişî ye. Lê ev 3 sal e fabrîqeyên ava fîkiyan bi rêk û pêk kirînê nakin û rewş gelek xirab e. Herî zêde buhayê xoxên me fabrîqe diyar dikin. Niha hemû kesên bi xoxan re eleqedar dibin, kîloya xoxan bi 30 qurişî difroşin û zerar dikin. Ji ber vê afrînerên xoxan mexdûr in."   DI BIN ZEXTÊN BANKAYAN DE NE   Kurd da zanîn ku cotkarên herêmê deynên xwe yên Bankayan nikarin razînin û wiha pê de çû: "Esnafên ne deyndarên Bankayan e tune ne. Sedî 90'ê cotkaran deyndar in. Herî kêm 30 hezar TL'yî deyndarin. Cotkarên deynên xwe yên sala çûyî paşve xistin û nikaribûn bidin, îsal zeviyên wan di binê îcrayê de ne."   ‘EZ Ê DEST JI VÎ KARÎ BERDIM’   Cotkarê bi navê Fatîh Ugur diyar kir ku deynê wî gelek zêde bûye, ji ber wê heta niha çi destê wî de hebûye, daye deynên xwe û tengasiyên ku dikişîne bi van gotinan anî ziman: "Ez ê ji neçarî zevî û matora xwe bifiroşim. Ez niha deyndarê krediya candiniyê û dermanfiroşan im. Ez îro hemû şeftaliyên xwe bifiroşim jî ez ê nikaribim deynê xwe biqedînim. Dema xox kîloya wan 1 lîreyî bû me qazanc dikir, lê dema buha bû 30 quriş em zerarê dikin. Ez ê hemû tiştên destê xwe de bifiroşim û dest ji vî karî berdim."   QEDERA COTKARAN DI DESTÊ FABRÎQEYAN DE YE   Haîl Gungor jî bi karê xoxan re eleqedar e û diyar kir ku divê demil dest mudaxaleyê piyaseyê bikin û wiha axivî: "Xwediyê fabrîqeyan li gorî kêfa xwe buha diyar dikin. Bi qedera me dileyzin. 10 ton xoxên min hene, heke fabrîqe nekire dê biçin sergo. Ne heyf e? Em êdî karê xoxan nakin. Welatiyên ku ev kar dikirin, dest jê berdidin diçin bajêr. Ji her fêkiyan re piştgirî heye, Yanî dewle êdî piştgiriyê nade."