Esnafên Kolikê: Dê krîz bi aştiyê çareser bibe 2018-09-06 09:22:09 SEMSÛR - Li Kolikê esnafan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ne û gotin berê ku wan sala çûyîn bi 15 lîreyan dikirî, niha bûye 35 lîre. Esnafan destnîşan kir ku ji bo krîz bê çareserkirin pêdivî bi aştiyê heye.  Ji ber krîza aborî, esnafên li Semsûrê jî bêyî ku serfetihê bikin dikanên xwe digirin.    Yûnûs Kodayê ku li navçeya Kolikê li Bazara Semtê ya Cumhûriyetê kincan difiroşe, bilêv kir ku saleke rewşa karê wan nebaş e. Koda, destnîşan kir ku rewşa karê wan ji ber zêdebûna dolar e û got: "Berên ji me re tên, bi dolar tên firotin. Tu bikî nekî ev yek tesîrê li me dike. Berên ku me sala çûyîn difirotin, ji sedî sed biha bûne. Ji ber vê em jî dixisirin."     ‘BERÊN 15 LÎREYÎ BÛN 35 LÎRE'    Koda, anî ziman ku berê ku wan sala çûyîn bi 10-15 lîreyan difirot niha bihayê wan guheriye û îsal ew heman berî bi 25-35 lîreyan didin. Koda, destnîşan kir ku krîza aborî ew mexdûr kirine û got: "Divê hikûmet vê yekê çareser bike. Bi xerakirina dolaran ev pirsgirêk çareser nabe. Divê polîtîkayeke aboriyê ya mayînde û bi îstikrara pêk bînin. An jê di bi van gotinan aborî baş nebe, bereksê wê dê xirabtir bibe."    'SEDEMA KRÎZA ABORÎ ŞER E'    Esnaf Sadik Dûrsûn jî, diyar kir ku krîza aborî ji ber polîtîkayên şer e û got: "Rêveberiyeke ku bi herkesî re şer dike heye. Navbera wî û cînaran nebaş e. Ev yek tesîrê li aboriyê jî dike." Dûsûn, anî ziman ku aborî ji aramiyê hez dike û got: "Dixwazin bi şer pirsgirêka kurd çareser bikin, lê bi dehan sal e ev pirsgirêk bi vî awayî nehat çareserkirin. Lê belê îktîdar hîn jî doza şer dike. Eger ev pirsgirêk bi vî awayî çareser bibûne, dê 40 sal berê çareser bibûna. Demildest divê îktîdar li rêyên aştiyê bigere. Heta aştî pêk neyê dê aborî baş nebe."    Hasan Dûrsûn jî got ev krîza aborî ji ya sala 1999'an girantir e û got: "AKP tim dibêje 'dolarê xwe xera bikin.' Lê belê bi mirovan re ne dolar maye ne jî zêr. Herkes xizan bûye û xizantir dibe. Demildest divê ev tişt bê çareserkirin, an jê dê rewşa me xirabtir bibe."