Kêmasiya cariyî bû 55 milyar dolar 2018-09-14 11:12:28   ENQERE - Di meha Tîrmehê de kêmasiya hevsengiya kirariyên carî, bû 1.75 milyar dolar e. Her wiha kêmasiya 12 mehan jî, 54 milyar û 560 milyon dolar e.    Bankeya Navendî, daneyên meha Tîrmehê ên der barê hevsengiya kirariyên carî daxuyandin. Li gor Tîrmeha din kêmasiya kirrariyên carî, 2 milyar û 960 milyon dolar kêm bû û bû milyar û 751 milyon dolar. Her wiha kêmasiya carî ya 12 mehan jî bû 54 milyar û 560 milyon dolar.    Di daxuyaniya Bankeya Navendî de hat diyarkirin ku li gor meha borî kêmasiya bazirganiya derve jî 2 milyar û 533 milyon dolar kêm bû û bû 4 milyar û 799 milyon dolar.