Karkerên balafirgeha 3'yemîn dest bi çalakiyê kirin 2018-09-14 11:16:01   STENBOL – Karkerên Balafirgeha 3'yemîn ku hîn çêkirina wê didome, ji ber xirabbûna şert û mercên kar dest bi çalakiyê kirin û şertên kar protesto kirin.    Li Stenbolê, karkerên Balafirgeha 3'yemîn ku çêkirina wê didome, danê sibehê dest bi çalakiyê kirin û şert û mercên xirab ên çalakiyê şermezar kirin. Karkeran, destnîşan kir ku di bin baranê de ew zêde li benda servîsê disekinin, xwarina li şantiyeyê û derfetên wan ên hêwirandinê nebaş in û xwestin ev şert û merc bên başkirin. Karkerên ku danê sibehê li ber şantiyeyê kom bûn, rê li ber wesayîtên servîsê girtin.    Tê payîn ku balafirgeh di 29'ê Cotmehê de bê qedandin, lê belê ji ber nebaşbûan şert û mercên kar û cinayetên karî tim di rojevê de ye.