Biryara Bankeya Navendî jî tesîr li Dolar nekir 2018-09-14 13:02:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Aborîzan Mahfî Egîlmez, diyar dike ku Bankeya Navendî, di asasê xwe de duh rêjeya faîzê ne 6.25 puan, 4.75 puan zêde kiriye û ev yek dîsa jî tesîr pir li kûra dowîzî nekiriye.    Duh Bankeya Navendî rêjeya faîzê ji sedî 17.75'an derxist ji sedî 24'an. Piştî vê biryara Bankeya Navendî, Dolar daket biniya 6 lîreyan, lê belê ev yek dirêj neajot û piştî çend saetan şûnde Dolar dîsa bi ser 6 lîreyan ket.  Aborîzan Mahfî Egîlmez, sedema vê yekê ji BBC Tirki'yê re nirxand û di nivîsa xwe ya bi ser navê "Bankeya Navendî ji bo çi faîz zêde kir, ev yek dikare enflasyonê bişikîne?" de bal kişand ser vê yekê.   Egîlmez diyar dike ku duh Bankeya Navendî di asasê xwe de 6,25 puan faîz zêde nekiriye û wiha dibêje: "Fonên biyanî jî di nav de, piyase li bendê bû ku faîz 5 puanan zêde bibe. Ji ber ku ev zêdebûyîn di ser bendewariya piyasayê re bû, kûra Dolar/TL ji nişka ve ket û daket biniya 6 lîreyan. Lê belê piştî demekê ev kûr dîsa zêde bû û derket ser 6 lîreyan."    'JI BO ÇI PÊDIVIYA BANKEYA NAVENDÎ BI FAÎZEKE EVQASÎ ZÊDE ÇÊBÛ?'    Egîlmez, di nivîsa xwe de destnîşan dike ku faîza rast a Bankeya Navendî di asasê xwe de ne ji sedî 17.75'an, ji sedî 19.25'an kiriye ji sedî 24. Li gor Egîlmez, Bankeya Navendî ne 6.25, lê 4.25 pun fazî zêde kiriye. Her wiha Egîlmez dipirse ku, ji bo çi pêdiviya Bankeya Navendî bi faîzeke evqas zêde çû bû û ji bo vê pirsê dibêje: "Li gorî anketa dawî ya Bankeya Navendî, kesên tev li anketê bûne bendewariya wan a ji enflasyonê ya dawiya sala 2018'an 19.61 bûye. Kesên tev li vê anketê bûne, kesên biryar girtine an jî kesên tewsiye li kesên biryarê digirin kirine. Ev bendewarî rastiyê nîşan dide. Di vê çarçoveyê de diviya Bankeya Navendî ev atmosfera neyînî bişikandana. Bankeya Navendî heta niha ji bilî zêdekirina faîzê serî li her rêyî da, lê nikaribû vê yekê bişikîne û ji bilî zêdekirina faîzê êdî tu rê li ber nema û faîz zêde kir. Her çend bi derengî ketibe jî biryareke rast e. Lê li holê ye ku Bankeya Navendî tu crî hedefa enflasyonê zevt nekiriye û du di salên dawî de bi temamî ji vê hedefê dûr ketiye."   Egîlmez diyar dike ku Bankeya Navendî polîtîkayeke kûrê nameşîne, lê enflasyon kûrê dişopîne û ji bo Bankeya Navendî kûra ku dibe sedema enflasyonê kontrol bike, pêdivî bi zêdekirina faîzê hebû.    Egilmez got: "Lê di vir de pirsgirêka herî cidî û mezin ev e: Di civîna beriya vê de çima faîz nehat zêdekirin? Ma qey nefikirîn ku dê rewş wiha bibe? Ji dêvla ku pirsgirêkan evqasî zêde bikin, di civîna berê de faîzê 2 puanan zêde bikirana, wisa difikirim ku dê di vê civînê de pêdivî bi zêdebûneke evqasî dramatîk çênebûna."    Her wiha Egîlmez destnîşan dike ku eger polîtîkaya pereyan û polîtîkaya maliyetê bi hev du re neyên meşandin, dê zêdekirina faîzê bi kêrî çareserkirina pirsgirêkê neyê.