Cendirmeyan mudaxileyî çalakiya karkerên balafirgeha 3'yan kir 2018-09-14 13:09:37   STENBOL – Karkerên li balafirgeha 3'yan dixebitin, ji ber xirabûna şert û mercên kar çalakî dabûn destpêkirin. Lê belê cendirmeyan bi gaz û ava şid mudaxileyî çalakiya karkeran kir.    Îro danê sibehê karkerên li balafirgeha 3'yan dixebitin ji ber xirabbûna şert û mercên kar dest bi çalakiyê kiribûn. Lê belê cendirmeyan bi TOMa, gaz û ava şide êrîşî karkeran kir.   Cendirmeyan hin karker binçavkirin. Çalakiya karkeran didome.