209 karkerên madenê ji kar avêtin 2018-09-22 17:19:22   NAVENDA NUÇEYAN - Şîrketek ku armanc dikir Santrala Termikê ava bike, bêyî sedem nîşan bide 209 karker ji kar avêt.    Şîrketek taybet a aydî Saziya Komira Tirkiye (TTK) ya li saha B a Amasra di sala 2005'an de bi rêya rodovansê krê kiribû û 13 salin xebate dimeşîne, 209 karker beyî sedem nîşan bide ji kar avêt. Şîrketa ku armanc kir li Amasrayê Santrala Termîke ava bike, 183 karkerên madenê û 26 karkerên ser ruyê erdê yên li bîrên Tarlaagazi, Kazpınari û Amasra kar dikirin, ji kar avêt. Şîrketê der barê sedema ji kar avêtinê tu agahî û daxuyanî neda. Şîrketê diyar kir ku karker dê mafê xwe yê zagonî bistînin. Li gorî nûçeya Cumhuriyetê Serokê Şaxa Sendîkaya karkerên Madena Giştî ya Amasra Ertan Kaya, diyar kir ku piraniya karkerên ji kar hatin avêtin karkeren sendikayî ne. Kaya, anî ziman ku der bare avêtina karkeran a kar de bi şîrketê re hevditin kirine, lê tu encam bi dest nexistine.