Li Enqere di 5 salan de 300 karker di cînayetên kar de mirin 2018-10-01 15:17:59   ENQERE - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Enqereyê, rapora 5 salên dawî ya cînayetên karkeran a Enqereyê aşkere kir. Meclîsê di raporê de aşkere kir ku tenê li Enqereyê di 5 salan de 300 karkerên kedê di cînayetên kar de ji yana xwe ji dest dane.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Enqereyê, rapora ji 2013'an heta niha ya cînayetên kar a karkerên kedê ya Enqereyê aşker kir. Meclîsê di raporê de diyar kir ku ji sala 2013’a heta niha tenê li Enqereyê 300 karkerên kedê, di cînayetên kar de ji yana xwe ji dest dane. Meclîsê di raporê de anî ziman ku herî zêde cînayetên kar di sektora înşaet, neqliyat, metal û çandiniyê de jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê da zanîn ku 25 jê jin, 9 jê zarok û 11 jî penaber in.   Li gori fermiyetê li  Enqereyê milyonek û 900 hezar karker kar dikin. Ji sedî 7’ê karkeran li Enqereyê ne. Li gorî raporê li Enqereyê 250 hezar mirovên betal û li kar digerin hene. Rêjeya betaliyê ya Enqereyê di ser rêjeya tevahiya Tirkiyeyê re ye. Li Enqereye rêjeya betaliyê ji sedî 15 ye. Li Enqereyê 445 hezar jin di tevahiya rojê de û 86 hezar jin jî nivê rojê kar dikin. Meclîse di raporê de da zanîn ku di cînayetên kar de Enqere di rêza 3'emîn de ye. Ji sala 2010’an heta niha ji bajarê herî zêde qezayên kar lê çêdibe Enqere di rêza 7’an de ye.    Li groi raporê di sala  2013’an de 26, di sala 2014’an de 56, di sala 2015’an de 44, di sala 2016’an de 72, di sala 2017’an de 66 kedkar di cinayetên kar de mirin. Di 9 mehên ewil ên 2018’an de jî herî kêm 35 karker mirin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan 25 jê jin û 9’ jê zarok in. 11 karker jî penaber in.