Sektora înşaetê ji ber aboriyê têk diçe 2018-10-03 09:07:31 EDENE - Serokê Giştî yê Yekîtiya Muteahîtan ê Edeneyê Sedat Teoman Gurseslî, diyar kir ku di sektora înşaetê de hemû kirîn bi dowîzan ve girêdayîne û got: “Şert û mercên heyî ger dewam bikin, dê kaosek mezin bê jiyîn.” Muteahîd Mehmet Edîtp Çaçan jî, anî ziman ku sektor êdî miriye.  Sektora înşaetê ku li gorî hemû sektorên din zû mezin dibe û di polîtîkayên aboriya desthilatdariyê de cihekî girîng digire, ji ber rabûn û daketina dowîz û kriza aborî têk diçe. Bi zeman heta bêje bûhayê hêsin û çîmentoyê giran bûye. Serokê Giştî yê Yekîtiya Muteahîdan ê Edeneyê Sedat Teoman Gurseslî û Muteahîd Mehmet Edîtp Çaçan pirsgirêkên xwe yên di sektorê de vegotin.    Çaçan, diyar kir ku maliyeta malzemeyên înşaetê pir zêde bûye û wiha axivî: “Dema em li sala çûyî mêze dikin, ji sedî 100 fiyet zêde bûne. Sala çûyî fiyetê hêsin 2 hezar TL bû, lê îsal 4 hezar TL ye. Piştî bilindbûna dolar ne gengaze ku avahî bên firotin. Bi krîza aborî re qadên çandiniyê û sewalkariyê qediyan. Hin fabrîqeyan îflas kirin. Pirsgirêkên li qadên din tên jiyîn, bandora xwe li sektora înşaetê jî dike. Di encamê de kesekê qezenc neke dê  çawan avahiyan bikire. Lê mirov êdî qenzc nakin ji ber krîza aborî.”   ‘DIVÊ ÇARESERÎ BÊ DÎTIN’   Çaçan, anî ziman ku sektora înşaetê weke boriya nefesê ya Tirkiyeyê ye û wiha bilêv kir: “Tirkiye êdî nefesê nastîne. Sektora înşaetê ber bi qedandinê ve diçe. Ji xwe ger wisan biçe dê tune bibe. Di salên çûyîn de maliyeta avahiyekê 2+1 70 hezar TL bû, lê niha bûye 110 TL. Gelek muteahîdên sektorên înşaetê îflas kirin. Ji ber ku îflas kirin, dawî li jiyana xwe anîn. Dibe ku gelek muteahît wisan întixar bikin. Divê pêşiya vê bê girtin. Demildest divê çareserî bê dîtin.”   “HEMÛ MALZEMEYÊN SEKTORA ÎNŞAETÊ BI DIWÎZ VE GIRÊDAYÎ YE’   Serokê Giştî yê Yekîtiya Muteahîdan ê Edeneyê Sedat Teoman Gurseslî jî, diyar kir ku “lokomatîfa” aboriyê têk diçe û wiha axivî: “Hemû malzemeyên sektora înşaetê bi diwîz ve girêdayî ye. Fiyetê van malzemeyan li gorî fîyetên giştî yên TUÎK’ê ragihandin, pir pir zêdetire.  Di sala 2015’an de maliyeta hêsin hezar û 272 TL bûn, lê niha 3 hezar û 406 TL ye. Ji sedî 168 zem bûye. Motorîn 3.18 TL bû, lê niha 5.38 TL ye. Tona çîmento  160 TL bû, lê niha 265 TL ye.  Di van şertan de muteahîd nikarin kar bikin. Ger wisan biçe, dê kaosek mezin bê jiyîn.”    MA /Cemîl Ugur- Hamdullah Kesen