Li Wanê sextekariya muteahît: 307 daîreyên welatiyan derxist ber firotinê 2018-10-04 09:18:16 WAN – Li Wanê welatiyan tevî ku pereyên xwe dan xwediyê Înşaata Rayt a ji wan re sîteyan çêkir jî lê tapûyên xwe negirtin. Welatiyan got: “Me baweriya xwe bi xwediyê înşatê anî. Me pereyên malên xwe da lê bes daîre ji Şekerbankê îpotek derketin.”  Li taxa Xatûniyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Înşata Rayt ji bo 328 malbatan daîre çêkirin. Tevî ku ev înşat di 2010’an de xelas bûn jî lê hêj tapûyên welatiyan nedane wan. Ji ber ku Înşata Rayt ji Şekerbankê re deyndar bû 307 daîreyan derxist ber firotinê. Malbatan xwest maxduriyeta wan ji holê rabe û banka dev ji firotina malên wan berde.    ‘BILA ŞEKERBNK ÎCRAYÊ PAŞ VE BIKIŞÎNE’    Ji welatiyên daîre ji vê şirketê kirî Fîlîz Zengîn got li gel ku beriya erdhejê gelek malbatan daîre kirîn û pereyên xwe dan jî tapûyên wan nedan wan. Zengîn diyar kir ku piştî erdhejê muteahît Fuat Deger daîreyên firotiye wan îpotekî Şekerbankê kiriye û got: “Em dixwazin ku Şekerbank dest ji îcrayê berde û malên me bidin me.”    'NEHEQIYEK MEZIN E’    Dîlek Bakay a mexdûr bûye jî anî ziman ku piştî erdhejê ji bo malek wan çêbibe çi derfetên di destê wan de hebû seferber kirin û got: “Tevî ku min bi ser de zêde pere da jî lê mala min nadin û ji destê min digirin. Ev neheqiyek mezin e. Ez niha bi pereyê teqewîtbûna bavê xwe debara xwe dikim. Di erdhejê de ji malbata min 9 kesan li navçeya Erdîşê jiyana xwe ji dest dan. Bila heqê me neyê xwarin û li me vegerînin.”    'ME WEK DAGIRKER DIBÎNIN’    Ji xwedî heq Mehmet Sidik Ertek jî da zanîn ku wî keda xwe ya 35 salan ji bo vî xaniyî razandiye û got: “Li cihê ku em xwediyê heq in lê em niha wek dagirker tên dîtin.”    ‘BILA RAYEDAR DEMILDEST MESELEYÊ ÇARESER BIKIN’    Ji kesên daîre kirîn Yakup Aslan jî destnîşan kir ku ji ber muteahît dîndar bû her kes pê baweriya xwe anî û xwestin pereyên daîreyên xwe pêşin bidin. Aslan got ji bo çareseriya vê pirsgirêkê demildest mudaxeleyî vê pirsgirêkê bikin û ew tapûyên daîreyên xwe yên bi pereyek zêde kirîn dixwazin.   MA / Mujdat Can