Tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê hat şermezarkirin 2018-10-05 15:25:58   EDENE - Li Mêrsînê xebatkarên tenduristiyê, tundiya li hemberî xwe şermezar kirin û gotin: “emê  li dijî tundiyê têbikoşin û qebûl nekin.”    Li Mêrsînê, xebatkrên tenduristiyê, kuştina Dr. Fîkret Haciosman ê li nexweşxaneyekê Stenbolê dixebitî şermezar kirin. Endamên Odeya Bijîşkên Mêrsînê, Şaxa SES’ê û Şaxa Sendîkaya Piştevanî û Yekitiya Bijîşkên Malbatî li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Torosa Mêrsînê kom bûn û êrîşa li dijî Haciosman şermezar kirin. Di çalakiyê bi navber dirûşmeya “Bêdeng nemînin, qîr bikin, ji tundiyê re na” hat berzkirin. Serokê Odeya Tabîpan Mehmet Antmen daxuyanî da.       Antmen, diyar kir ku ji bo bi dawî anîna tundiyê bi dehan  car wan bang  li rayedaran kirin ku peywira xwe bînin cih û wiha axivî: “Ji ber vê yekê me xwest em hevdîtin bi Wezîrê Tenduristiyê bikin, lê bi tu awayî randevû neda me. Lê ligel hemû nêzîkatiyan jî emê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya xebatkarên tenduristiyê dewam bikin.”