HDP'ê fona betaliyê anî rojeva meclîsê 2018-10-08 12:02:44   ENQERE – HDP'ê fona betaliyê anî rojeva meclîsê û xwest meclîs vê yekê lêkolîn bike. HDP'ê di pêşniyarê de diyar kir ku fona betaliyê ku hindik nîşan dide bi armanca deynê cemaweriyê kêm nîşan bide, bikar tîne.    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê HDP'ê yê stenbolê Saruhan Oluç, bi armanca fonê betaliyê lêkolîn bike pêşniyarname da meclîsê. Saluhan, diyar kir ku pereyên fotê betaliyê li bankayên cemaweriyê wekî sernameyê nîşan didin û daneyên Piyasa Amûrên Deyndarkirine ya Borsa Stenbolê (BİST) vê yekê aşkere dikin û wiha got: "Li gorî daneyên BÎST'ê di navbera 21-24 û 26'ê îlona 2018'an de 11 milyar TL tescîla tahvilê kirine û di 21'ê îlonê de 3.013 milyon TL, di 24'ê îlon3e de 5,167 milyon TL, di 26'ê îlonê de 2,867 milyon TL bi rêbaza 3 keleman pêk anîne. Li banka Halkê 2,979 milyon TL, li banka Vakifê 4,993 milyon TL û li banka Exim jî 2,901 milyon TL îhraç hatiye  kirin.    Mînak fona betaliyê li bankayan wekî sermayeyê nîşan daye û dane sermayeyê. Ev dibe sedem ku fon ji armanca xwe dûr dikeve. Mînak dibêjin ‘hatina Fonên betaliyê ji bo tu lêçûnên din nayê qerçkirin' Ji ber ku hikûmet, li gorî vê hikmê tev nagere zagonê binpê dike."