Karkerê li pêş CHP'ê çalakî pêk anî rastî êrîşa ‘Tu HDP’î ye' hat 2018-10-17 16:01:56   ENQERE - Karker Mahîr Kiliç ê li pêş Navenda Giştî ya CHP'ê 69 rojin çalakiya rûniştinê pêk tîne û 36 rojin di greva birçîbûnê de ye li ber avahiya Navenda Giştî ya CHP'ê rastî êrîşa “Tu HDP’î ye" hat. Kiliç, anî ziman ku heta li karê xwe vegere dê çalakiya xwe berdewam bike.    Karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê Mahîr Kiliç ku ji kar haitbû avêtin, 69 rojin li ber avahiya Navenda Giştî ya CHP'ê çalakiya rûniştinê pek tîne. Mahîr Kiliç, rastî êrîşa kesekî ku ji avahiya CHP'ê derket hat. Kiliç ku 69 rojin di çalakiya rûniştinê de ye û 36 rojin di greva birçîbûnê de ye, rastî êrîşa kesê ku ji avahyê derket hat. Kiliç got  "Îro sate di 11'ê beriya nivro de ez rasti êrîşê hatim. Dema min pankart vekir keseki ku xwe nas nake neheqî li min kir got ‘Tu HDP’î ye' û û êrîş kir.    Kiliç, diyar kir ku ew vê êrîşê nake malê CHP'ê û heta encam bistîne dê çalakiya xwe berdewa bike.