Diwarê atolyeya tekstîlê hilweşiya: 2 karker mirin 2018-10-20 14:11:51   ÎZMÎR - Li navçeya Bergama, diwarê atolyeyek tekstîlê hilweşiya, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 3 karker jî birîndar bûn.    Li Taxa Îslamsaray a navçeya Bergama ya Îzmîrê, dîwarê atolyeyek tekstîlê hilweşiya. Di bûyerê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 3 karker jî birîndar bûn. Karkerên birîndar û yên jiyana xwe ji dest dayîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bergama. Ji 3 karkerên birîndar, 2 jê hatin taburcukirin û dermankirina karkerekê jî berdewam dike.    Serdozgeriya Komarê ya Bergama derbarê bûyerê de lêpirsîn da dest pê kirin, û di lêpirsîna hat kirin de 3 kes hatin binçavkirin.