Ji ber qedexeyan sewalvanî nema, niha jî çandiniyê dikin 2018-10-24 09:23:19 COLEMÊRG – Li gundê Biyadîr ê Çelê, ji ber qedexekirina zozan û mêrgan sewalkarî nema. Şêniyên gund vê carê berê xwe dan çandiniyê. Li vî gundê ku hinarên wê bi nav û deng in jin, li ser dezgehên ku li qeraxên rêyan danîne tevî hinaran zebze û fêkiyên çandine difiroşin.  Li gundê Biyadîr ê navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji ber qedexekirina zozan û mêrgan sewalkarî nema. Ji ber vê hin gundî neçar man koç bikin û yên mayî jî dest bi çandiniyê kirin. Li vî gundê ku hinarên wê bi nav û deng in jin, li ser dezgehên ku li qeraxên rêyan danîne tevî hinaran zebze û fêkiyên çandine difiroşin.    ‘EM LI GUNDÊ XWE NE'    Zînet Korkmaz, destnîşan kir ku piştî qedexekirinan tenê çandinî di dest wan de maye û ji bo debara xwe ew zebze û fêkiyên diçînin difiroşin. Korkmaz, bilêv kir ku dewletê ji bo debarê tu tişt nehiştiye. Kormaz, anî ziman ku ew tevî hinaran tirî, hejîr, zebze û fêkiyên li gundê wan şîn tên difiroşin û pê debara xwe dikin. Korkmaz got: "Di nav van çiyayan de wekî din tiştekî em bikin tune ye. Li her derî leşker hene. Erdên lid erdora gund jî hatine qedexekirin. Ev hemû ji ber nasnameya me ye. Dixwazin bi vî awayî me biqedînin. sedema hemû pirsgirêkên li navçeyê qedexe ne. Ji ber qedexeyan em ne dikarin sewalvaniyê bikin ne jî çandiniyê. Lê belê tenê em hinarên li baxçeyên me şîn tên li qeraxên rêyan difiroşin. xwezaya gundê me pir xweş e, lê belê bi îlankirina qdexeyan dixwazin tarûmar bikin. Lê çi dibe bila bibe dîsa jî em ê li gundê xwe bimînin."    BILA DWEÎ LI QEDEXEYAN BÊ    Emîne Ozcan jî, diyar kir ku dewlet dixwaze wan bi birçîbûnê terbiye bike lê belê dîsa jî ew ê bi paş ve gav neavêjin û got: "Ji bilî vî gundî em nikarin li cihekî din bijîn. Loma em havîn û payîzan li qeraxên rêyan berên em diçînin difiroşin û pê debara xwe dikin. Nan tim tê dîtin, lê daxwaza me ew e ku dawî li vê xwînê bê û aştiyeke mayînde çêbibe. rewşa aboorî nebaş e, lê dîsa jî polîtîkayên ewlehiyê naguherin. Dîsa qedexe dîsa qedexe. Her der hatiye qedexekirin."    'EM DXWAZIN SEWALKARIYÊ BIKIN'    Ozcan, bilêv kir ku zilamên gund ji ber betaliyê li derveyî gund dixebitin û got: "Em bi serbilindî vî karî dikin. Li vî gundî leşkeran tu mafê jiyanê ji me re nehiştiye. Em nikarin heywanan xweyî bikin, em nikarin ji gund derkevin. Em berên xwe tînin vir û li bendê ne heta êvarî wan bifiroşin. Tiştên nayên firotin jî em didin mirovan. Erdên gundê me berdar in. Berê me genim, kuncî, birinc diçand. Her wiha me pez jî xweyî dikir. Rewşa me pir baş bû. Lê niha erdên li derdora gund jî hatine qedexekirin. Êdî em nikarin heywanan jî xweyî bikin. Loma em bi firotina zebze û fêkiyan debara xwe dikin."    HEM ORGANÎK IN, HEM JÎ ERZAN IN    Nûrettîn Atsizê ku zebze û fêkî ji dezgehên li ser rê kirîn, diyar kir ku her cara ku ew derbas dibin tiştekî dikirin û got: "Tiştên li ser van dezgehan tên firotin ji ên li bazaran organîktir û baştir in. Her cara derbas dibim zebze û fêkiyan dikirim. Hem erzan in hem jî baş in."    MA / Fethi Balaman