Ji ber qedexekirina zozanan pezên xwe firotin 2018-10-24 09:24:19 COLEMÊRG – Şêniyên gundê Minyanîşê ku bi salan li sînor bazirganî dikirin û sewalvanî dikirin, niha ji ber qedexekirina zozan û mêrgan ji mecbûrî pezên xwe difiroşin. Şêniyên gund tenê ji bo şîr bizinên xwe nefirotine û gotin: "Dev ji bazirganiya li ser sînor berda, êdî em nikarin heywanên xwe bibin derveyî gund jî."  Li gundê Minyanîş ê Çelê ya Colemêrgê, ji ber qedexekirina zozan û mêrgan êdî gundî nikarin heywanên xwe xwedî bikin. Şêniyên gund tenê ji bo şîr bizinên xwe nefirotine û gotin: "Dev ji bazirganiya li ser sînor berda, êdî em nikarin heywanên xwe bibin derveyî gund jî."    JI 200 PEZÎ TENÊ 15 BIZIN MAN    Gundiyan, diyar kir ku ji ber êdî giya bi dest wan nakeve, ji bo xwedîkirina bizinên xwe ew çilo jê dikin. Şêniyê gund Salih Olmez, bilêv kir ku berê hema bêje li her malê 200 mî hebûn, lê niha miyek jî tune ye. Olmez got: "Li vî gundî bi hezaran heywn hebûn. Serê malê 200 mî hebûn. Lê êdî em nikarin heywanan xwedî bikin. Niha ancax li her malê 10-15 bizin hene yan tune ne. Çimkî êdî li gund kes nikare biçe zzozan û mêrgan, loma kes nikare heywanan xwedî bike."    ‘LI SERÊ HER GIRÎ LEŞKER HENE'    Olmez, bilêv kir ku ji bo pêdiviya xwe ya şîr û penêr ew bizinan xweyî dikin û got: "Dewlet sînorê li nêzî me girtin. Berê me li ser sînor bazirganî dikir, lê niha em nikarin nanekî jî ji wir bînin. Çimkî li ser her girî leşker hene. Dev ji bazirganiya li ser sînor berda, êdî em nikarin heywanên xwe bibin derveyî gund jî. Loma em jî bizinan xweyî dikin. Her mal, li gor pêdiviyên xwe 10-20 bizînî xwedî dike. Em çilo didin bizinan. Em gundî di vî warî de alîkariya hevdu dikin."    'ÊDÎ KES NIKARE DEBARA XWE BIKE'    Tahîr Olmez jî, diyar kir ku berê kesekî bi tena serê xwe dikarin malbateke 20 kesî jî xwedî bike, lê belê niha ji ber rewşa aborî tiştekî wisa ne pêkan e. Olmez got: "Niha mirov nikare debara malbateke 3 kesî jî bike. Her tişt biha bûye û êdî nayên kirîn. Li gund belkî rewşa me hinekî çêtir be. Li gor ên li bajêr siûda me heye. Li gund em nîsk, garis, firingî, şebeş, petêx û gelek tiştên din datînin. Di vî warî de siûda me heye."    'KAREKÎ ZEHMET E, LÊ...'   Hayrettîn Olmez jî, anî ziman ku jêkirina çilo karekî zehmet e û got: "Mezinên me diçin ser daran û şaxên wan jê dikin û davêjin erdê. Em jî wan top dikin. Karekî zehmet e, lê dîsa jî em mecbûr in bikin."    MA / Hamza Gunduz