‘Ên dibêjin krîz tune ye, bila dakevin kuçeyê û bibînin' 2018-10-26 09:22:40 STENBOL - Welatî û esnafên ji ber krîza aborî rewşa wan nebaşe, bang li îktîdara ku dibêje "krîz tune ye" kirin û xwestin îktîdar dakeve kuçeyê û halê gel bibîne.  Li Stenbolê, welatî û esnafên ji ber krîza aborî êdî nikarin tiştekî bikin û rewşa wan xirab e, bang li îktîdara ku dibêje "krîz tune ye" kirin û xwest dakeve kuçeyê halê gel bibîne.    ‘ÊDÎ NIKARIM NAN JÎ BIBIM MALÊ'    Abdurrahman Ozdemîrê teqawidbûyî, destnîşan kir ku êdî ew nikare nan jî bibe malê û got: "Ji ber bihabûna fiyetên fêkî û zebzeb êdî em nikarin biçin bazarê jî. Wexta em diçin jî ancax em kîloyekê an jî nîv kîloyî distînin. Çimkî pereyê me têr nake. tenê meaşê min ê teqawdibûyînê heye. Em bi vî meaşî nikarin debara xwe bikin." Ozdemîr, diyar kir ku fatûreya ceryanê berê 100 lîre dihat, niha 170 lîre tê û ger wisa dewam bike ew ê ji mecbûrî sobeya êzingan bi kar bînin.   ‘HALÊ ME NE TU HAL E'    Terzî Fahrettîn Çaglar jî, diyar kir ku ji ber kar tune ye, bi mehan e nikare heqê kirêya xwe bide. Çaglar, anî ziman ku fiyetê qumaş jis edî 40 biha bûye û got: "Perçeyekî pantor di navbera 5-10 lîreyan de ye. Eger mirov bînin em çêdikin û debara xwe dikin."    Ramazan Karlibaşê ku 22 sal in karê ceryanê dike, diyar kir ku îsal du sal in rewşa kar qet nebaş e û got: "Em perîşaan bûne. Êdî nikarim heqê fatûreyên xwe jî bidim. Her roj peyam tên. Min gaza xwezayî kişand malê, lê nikarim bi kar bînim. Çimkî dizanim ez ê nikaribim bidim. Rewşa me li holê ye."    ‘MA Ê MIROV ÇI BIKE?'    Kemal Guneşê ku tûtinê difiroşe jî diyar kir ku ew bi zorê debara xwe dike û got: "Êdî mirov nikarin nanekî jî bikirin. Mirov perîşan bûne. Debar zor bûye. Berê ehvjîna min bi 20-25 lîreyan diçû bazarê, lê niha nikare biçe. Firingî bûye 7-8 lîre. Pirteqal bi 6 lîreyan e. Jixwe ancax em salekê carekê goştê heywanan dixwin. Ma ê mirov çi bikin?"    Aşvan Hasan Kayhan jî, bertek nîşanî îktîdarê da ku dibêje "krîz tune ye" û got: "Bila siyasetmedar dakevin kuçeyê û ji welatiyan bipirsin ka krîz heye û tune ye. Heta duh jî bi 50 lîreyî min mesrefên dikanê dikirî, lê niha bi 200 lîreyî jî nikarim bikirim. Firingî bûye 7 lîre, pîvaz bûye 3 lîre, îsot bûye 5 lîre. Bila siyasetmedar gel nexapînin. Bila nebêjin ev manîpulasyon e. Bila bi van gotina kesî nexapînin."    KRÎZA HERÎ XEDAR    Qesb Faysal Pamûkçû jî got: "Krîza herî xedar ev e. Êdî em betilîn behsa pirsgirêkan bikin. Berê me pir baş debara xwe dikir. Jiyan xweş bû. lê niha her tişt biha bûye. Êdî em nikarin debara malê bikin. Êdî fatûreyên ceryan û avê zêde tên, em nikarin bidin. Êdî tahma tiştekî nemaye. Va hûn dibînin, dikan vala ye. Mirov berê kîloye goşt dikirîn, niha tên bi 5 an jî 10 lîreyan qîme dikirin."