Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin 2018-10-31 09:09:56 MÊRSÎN - Komisyonên Hala Mêrsînê diyar kirin ku ji ber Enflasyon zêde dibe, lêçûna rençberan zêde bûye malên ku ji rençberan dikirin bûha dikirin û neçar dimînin ku buha bifroşin. Komîsyonvanan da zanîn ku di demsala pêş de dê buhayê zebze û team bêtir zêde bibe.  Komîsyonvanên li Hala Mêrsînê ku team û fêkî ji rençberên zeviyan dikirin û difiroşin marketan, diyar kirin ku malê mu ew ji rençberan dikirin êdî buha dikirin û neçar dimînin ku buha bifroşin. Komîsyonvanan da zanin ku ij ber krîza aborî lêçûn û mesrefa rençberan pir zêde bûye û ji ber vê yekê team û fêkiyên xwe buha difiroşin. Bikarînerê Mala Komîsyonê ya Oner Hakan Oguz, diyar kir ku ji ber enflasyon zêde dibe buhayê fêkî û team jî zêde dibe. Oguz, anî ziman da zanîn ku ji ber lêçûna rençberan zêde dibe berhemên xwe jî zêde dikin û ev yek bandora xwe li ser halê dike û wiha got: "Ji ber zêdebûna enflasyonê buha 2 qat zêde bûn. Dema em buha dikirin em neçarin buha bifiroşin. Rençber gubre û îlacan buha dikirin û lêçûna wan zêde ye. Ger ku gubre û îlacan nedin dê berhemê bi kalîte nefiroşin. Berê rençberan gubre bi 70 tl dikirî, niha bi 180 tl difroşin. Dîsa buhayê mazotê ji 4 tl derket 6 tl yî. Zêdebkûna lêçûna rençberan bandora xwe li ser buha dike. Piştî vê demsalê dê buha gelek zêde bibe. Mînak berê hilberîna rençberekî 20 ton bû, niha dê hilberinê daxin 10 tonan. Kalîteyê dê kêm bibe. Lêçûn zêde dibe hilberîn kêm dibe. Ji ber ku dê berhem kêm be, dê buha jî zêde be. Muşterî êdî nikare li gorî pêdiviya xwe fêkî û team bistîne. Mînak berê 50 kase dikirîn, lê niha tenê dikare 30 kaseyan bikire."    PIYASE DÊ BÊTIR XERA BIBE    Oguz, bal kişand ser piyasa navxweyî û wiha got: "Niha zêde mal ji zerve tê. Ji ber ku mal zêde ji derve tê piyasa navxweşî her ku diçe bê qîmet dibe. Malê rençberan qîmeta wî namîne. Êdî piyasa navxweşî xezenç nake û nade qezençkirin. Karê me nêvî kêm bûye. Dê di meh û demsalên pêş de karê me bêtir xera bibe. Niha em kemoya firengan bi 3,5 TL dikirin."     Xwediyê Mala Komîsyona Baş Veysel Guçlu jî diyar kir ku raste rast berhem ji rençberan distîne û wiha got: "Îro ger li bazarê berhem buha be sedema wê zêdebûna lêçûna çandiniyê ye. Lênçûna rençber zêde bûyue û neçar e buha bifroşe. Niha em kîloya firengan bi 3,5 TL ji rençber dikirin. Heta ku em difiroşin nêzî 1 TL mesref lê diçe. Divê em jî bi 1 TL yê zêde an jî 1TL û 20 kuruşê zêde bifiroşin ku em zerar nekin. Em komisyonvan buha diyar nakin Karmenên şaredariyê yên li komîsyonê lîsteya buha diyar dikin.    MA / Ergin Çaglar