Ji ber bihabûna ceryanê barê esnafa giran bû 2018-11-22 09:17:00 ÊLIH - Ji ber krîza aborî di salekê de 5 caran ceryan hat bihakirin. Esnafan anî ziman ku fatûreya krîzê li wan tê birîn.  Li Tirkiyeyê îsal 5 caran ceryan hat zemkirin. Pêşî Saziya Sererastkirina Piyaseya Enerjiyê (EPDK) di 1'ê Çileyê de zema ewil daxuyand û 8.8 zem li heqê ceryanê zêde kir. Di 1'ê Nîsanê de 2.89 zem, di 1'ê Tebaxê de 9 noqte, di 1'ê Îlonê de 9 noqte û di 1'ê Cotmehê de jî 9 noqte li ceryanê hat zêdekirin.    'POLÎTÎKAYÊN ENERJIYÊ ÎFLAS KIRIN'   Nûnerê Odeya Endezyarên Ceryanê ya Êlihê Îbrahîm Yildzi, destnîşan kir ku ev yek ji ber polîtîkaya enerjiyê ya pêgirtiyê derve ye û got: "Tav a me ye, ba ya me ye, av ya me ye. Divê bê qebûlkirin êdî polîtîkayên enerjiyê îflas kirine û divê êdî em çavkaniyên xwe bi kar bînin û dawî li vê krîzê bînin." Yildiz, bilêv kir ku ji ber zêdebûna ceryanê her tişt jî zem bûye û ji ber vê êdî ne esnaf dikarin bixebitin ne jî gel dikare tiştekî bikire.    'LÊÇÛN ZÊDE BÛN'    Esnafan, diyar kirin ku her diçe ji ber bihabûna ceryanê lêçûnên wan zêde dibin. Esnaf Feyzûllah Koyûncû, diyar kir ku 3 meh berê mehê 500 milyon heqê cerayê jê re dihat û got: "Lê ji ber zeman êdî mehê hezar lîre tê. Fatûreya min a dawî hezar û 25 lîre ye. Ma ceryan ev qas be, ka em ê çi bikin."    Esnaf Tûran Sonuk jî anî ziman ku êdî ew nikarin ji derheqê zeman derkevin û her diçe fatûreyên wan zêdetir tên. Sonuk got: "Marketa min meha borî ji ber taziyeyê 15 rojan  girtî bû. Lê dîsa jî heqê ceryanê zêde hat. Car heye ji hezar lîreyî zêdetir tê, car heye di biniya hezar lîreyî de ye."    Esnaf Jan Arîn jî, anî ziman ku vê mehê wan ceryan pir xerc nekiribû, lê dîsa jî fatûreya wî li gor meha borî zêdetir hatiye. Arîn got: "Bi vê yekê aşkere ye ku dewlet fatûreya krîzê li esnafan dibire."    MA / Metin Yoksu