Esnafên sanayiya wesayîtan: Krîza vê carê tiştekî din e 2018-11-23 09:25:51 RIHA - Ji ber bihabûna fiyetên perçe û malzemeyên wesayîtan, esnafên Sîteya Sanayiyê ya Rihayê diyar kirin ku rewşa wan nebaş e. Esnafn got: "Li welat tim krîz hebû, lê krîza vê carê tiştekî din e." Ji ber bihabûna fiyetên perçe û malzemeyên wesayîtan, esnafên Sîteya Sanayiyê ya Evrenê diyar kirin ku li gorî par karê wan ji sedî 80 kêm bûye. Esnaf Mehmet Alî Parmaksiz, ku tamîra wesayîtan û boyaxê dike destnîşan kir ku ji ber pêldariya kûrên dowîzî rewşa karê wan nebaş e. Parmaksiz got: "Em wesayîtan tamîr dikin. Perçeyên wan jî bi dowîzan e. Fiyetên perçeyekî ji sedî 300 zêde bû. Lê em wesayîtekê bi heman fiyetî tamîr dikin. Lê malzemeyên em dikirin pir biha ne. Ji ber vê her diçe karê me kêmtir dibe û top davêjin."    Parmaksiz, da zanîn ku ji perçeyên wesayîtan bigire heta boyaxa wan her tiş biha bûne, lê belê meaşê karkeran zêde nebûye. Parmaksiz, diyar kir ku ji bo ew malzemeyan bikirin ji bêrîka xwe jî dixin ser. Parmaksiz, diyar kir ku wan perçeyekî bi 150 lîreyî boyax dikir, îsal jî bi heman pereyî boyax dikin lê belê par lêçûna wan 50 lîre bû, îsal bûye 100 lîre.    ‘BILA LI HALÊ ESNAFAN BINERIN'    Parmaksiz got: "Saleke rewşa sanayiyê ev e. Divê ji bo vê krîzê çareyek bê peydakirin. Kesên dibêjin krîz tune ye, bila werin li halê esnafên sanayiyê binerin. Em şahidên zindî yên vê krîzê ne."    ‘MADEM KRÎZ TUNE YE, ÎJAR ÇIMA EM DI VÎ HALÎ DE NE'    AHmet Çîçek jî ku perçeyên wesayîtan dikire û difiroşe got: "Ji sibehê heta êvarî em wisa rûdinên. Em nikarin nanekî jî bibin malê. Wê ev heta kuderê dewam bike." Çîçek, destnîşan kir ku ew salê 15-20 hezar lîre heqê kirê didin, lê belê niha ji ber kar tune ye ew nikarin heqê kirêyên xwe jî bidin. Çîçek got: "Perçe pir biha bûn, lê belê meaşê karkeran heman meaş e. Par perçeyekî min bi 100 lîreyî dikirî niha bi 250 lîreyî dikirim. Lê mixabin di mesrefên karkeriyê de tu zêdebûn çênebûye. Hîna jî em bi heman pereyî tamîratê dikin." Çîçek bal kişand ser gotinên rayedarên hikûmetê ku dibêjin "krîz tune ye" û got: "Madem krîz tune ye, îjar çima em di vî halî de ne?"    Çîçek, destnîşan kir ku divê çareyek ji vê rewşê re bê peydakirin û got: "Li welat tim krîz hebû, lê krîza vê carê tiştekî din e. Loma divê demildest tevdîr bên girtin û fiyet bên kêmkirin."