Egîtim Senê: Divê zanîngeh xizmeta zanistê bikin 2018-11-28 14:44:33   MÊRSÎN - Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê, derbarê Prof. Dr. Ahmet Çamsari yê tayînê Rektortiya Zanîngeha Mêrsînê hat kirin de daxuyanî da û diyar kir ku  divê Zanîngeh xizmeta zanistê bikin.   Şaxa Egîtîm Sena Mêrsînê derbarê Prof. Dr. Ahmet Çamsari yê ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve ji nûde tayînê Rektortiya Zanîngeha Mêrsînê hat kirin de, li avahiya şaxê civîna çepemeniyê li dar xist. Sekreterê Şaxa Egîtîm Senê Îsmaîl Usluoglu, di vînê de axivî û wiha got: “Ev demek dirêj zanîngeh û ramanên zanîngeha wan tên xerakirin. Bi tayîn kirin rektöre Zanîngeha Mêrsînê mirov vê rastiyê dibîne. Berî 4 salan Çamseri di hilbijartina rektortiyê de winda kiribû, lê ligel vê yekê jî dîsan ji bo rektortiyê hat tayînkirin. Çamsari dinava 4 salan de bi tu awayî xebatên akademîk û zanist bi rêve nebirin. Bi tayînkirina  Çamsari dixwazin me ji mafên me mehrûm bikin. Emê tu carî vê yekê qebûl nekin.”   Piştî axaftina Usluoglu, civîn bi dawî bû.