Naxwazin bihara bê jî zozananên wan qedexe bin 2018-12-22 09:00:34 COLEMÊRG - Li Geverê gundiyên debara xwe bi sewalvaniyê dikin, ji ber qedexekirina zozanan bi zor û zehmetiyê re rû bi rû dimînin. Gundiyan, bilêv kir ku ev rewş zivistanê jî dewam dike û naxwazên bihara bê zozanên wan qedexekirî bin.    Li Colemêrg û navçeyên wê nêzî sê sal in zozan hatine qedexekirin û ev qedexe zivistanan jî didome. Şêniyên gundê Serdeştê yê navçeya Geverê, diyar kirin ku tenê ew bi sewalvaniyê debara xwe dikin û ji ber qedexekirina zozanan ew ji mecbûrî êm, giya û kayê dikirin. Gundiyan, bilêv kir ku ji ber qedexekirina zozanan wan ji bo 3 mehan bi 25 hezar lîreyî zozan kirê kiriye û zivistanê jî giyayê wan bi lîre û nîvê dikirî niha bûye 5 lîre.    Şêniyê gund Abdûllah Karahan, destnîşan kir ku zivistana herêma wan hişk e û dirêj dajo û got: "Li navçeyê 3 sal in zozan hatine qedexekirin. Ji ber vê em hew dikarin sewalvaniyê bikin. 3 bihar in em nikarin biçin zozanên xwe. Dibêjin bi hinceta ewlehiyê zozan hatine qedexekirin, lê belê zivistanê jî ev qedexe didome. Zivistanê ewlehiya çi digirin nizanim. Ji ber qedexekirina zozanan di bihar û havînan de heywanên me baş nayên xweyîkirin. Ji ber zivistan 5 mehan didome em mecbûr dimînin êm, giya û kayê bikirin. Berê me ka bi 300 qurîşî dikirî, niha bûye lîre û nîv." Karahan, diyar kir ku 3 sal in ji ber qedexekirina zozanan mesrefê wan zêde diçe û xwest êdî dawî li vê qedexeyê bê.    'BALYEYA GIYA JI 1.5 LÎREYÎ BÛ 5 LÎRE'    Sabrî Alaca jî, diyar kir ku demeke dirêj e li navçeya wan zozan hatine qedexekirin û ji ber vê ew mecbûrî bi fiyetekî biha zozanan kirê dikin. Alaca, destnîşan kir ku sê sal in ew di sewalvaniyê de dixisirin. Alaca, diyar kir ku armanca van pêkanînan qedandina sewalvaniyê ye, lê belê çi dibe bila biba ew ê sewalvaniyê bikin.    Mihyedîn Karahan jî, diyar kir ku berê wan hiriya heywanan dida dikandarên li navçeyê û beramberî wê ji xwe re erzaq dikirîn. Karahan got: "Lê belê niha kes hiriyê nakire. Ji ber vê jî em hiriya diqusînin dişewitînin. Ji ber kirêya zozanan, heqê şivanan, heqê êm û qedexekirina zozanan êdî hindik maye em top bavêjin. Berê li gund nêzî 15 hezar pez hebûn, niha 2 hezar heb hene. Berê balyeya giya 1.5 lîre bû niha bûye 5 lîre, ka bi 300 qurîşî bû niha bûye 1.5 lîre, kîloya êm bi 600 qurîşî bû, niha bûye 1.40 lîre."    Karahan, diyar kir ku ew tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin, lê belê çi dibe bila bibe dîsa jî ew ê dev ji sewalvaniyê bernedin. Karahan, xwest dawî li qedexekirina zozanan bê.    MA / Fethî Balaman