Li Mêrsînê sera dibin ava baranê de man 2018-12-22 10:36:46   MÊRSÎN - Li Mêrsînê, barîna zêde li cotkarên serayê yên Herêma Kazanli xist. Cotkaran, diyar kirin ku karesatê bandorek mezin li ser wan kir û gotin: “Karesata vê çarê em xelas kirin. Vaye rewşha me li holê ye.”   Li Mêrsînê, di hefteya  dawiyî de ji ber barîna zêde, zeviyên çandiniyê û sera dibin avê de man û zirarek mezin gehişt hilbarînin. Çotkarên hilberînên wan dibin avê de man û mexdûr bûn, diyar kirin ku ji ber barîna zêde dê deynên nû li deynên wan ên heyî zêde bibin û gotin: “Berî ku em dest bi sezona nû bikin, ji niha de me girt. Karesata lehiya sala 2016’an bandorek mezin li me kiribû. Li şûna ku hikûmetê alîkarî dabûya me, zirara me pêşwazî bikiran, berevanî dengê xwe jî dernexistin.”    ‘ZIRARA ME PIR MEZINE’   Çotkar Turgay Amîklî, anî ziman ku di rojên dawî de pir baran barî û wiha axivî: “Ji ber vê hemû serayên me dibin avê de man û telef bûn. Ji sala 2010’an ve karê çotkariyê dikim û ev sê caran serayên min dibin avê de dimînin. Ava baranê koka şitilan dirizîne. Zirara min niha nêzî 30-40 hezar TL ye. Lê kes ji bo zirara me dengê xwe nake. Serayên min ên nû hemû çûn. Êdî tu şansê me yê em serayên xwe xelas bikin tuneye.”    ‘PIŞTÎ KRÎZA ABORÎ BARANÊ LI ME  DA’   Çotkar Suleyman Gencer jî, da zanîn ku ji sala 2016’an ve dewlet bi tu awayî piştgiriyê nade wan û wiha bilêv kir: “Bi tu awayî rayedar xwedî me dernakevin. Piştî krîza aborî vê carê jî baranê li me xist. Bila kes nebêje krîz tuneye. Ji ber krîz û  karesata xwezayî, berî ku sezon dest pê bike bi dawî bû. Tenê daxwazek me heye, em dixwazin piştgirî ji bo me bê dayîn.”   ‘ÊDÎ NIKARIN SERAYA XWE JÎ BIFIROŞÎM’   Halîl Yilmaz jî, da zanîn ku ava baranê serayên wan têk birin û wiha got: “Nêzî 15 salane ev herêm ji ber ava baranê zirarê dibîne, lê kes guh nade dengê çotkaran. Êdî em dixwazin ji vê rewşê derbikevin. Rewş wisan bûye, êdî em nikarin serayên xwe jî bifiroşin.”