Rewşa esnafên Bazara Rûsê jî nebaş e 2018-12-23 09:21:18 ÎDIR - Li Îdirê esnafên Bazara Rûsê jî ji ber krîza aborî bi gazinz in. Ji ber zêdebûna dolar û ji ber li gumrukê serê amûrekê 6-7 lîre ji turîstan distînin rewşa karê esnafên bazarê xirab bûye.  Krîza aborî bandor li esnafên Îdira ku li sînorê Ermenîstan, Îran û Nahçivanê ye jî kir. Li bajêr esnafên Bazara Rûsê ji ber zêdebûna kûrên dowîzî nikarin kar bikin. Esnaf Ahmet Erbek, diyar kir ku wekî bajarên din krîza aborî bandor li aboriya Îdirê jî kiriye. Erbek, diyar kir ku di piyaseya hundirîn de mirov nizanin ji ber betaliyê nizanin dê çi bikin û got: "Berê rewşa karê me pir baş bû. Me amûr difirotin kesên ji derve dihatin. Lê ev demeke em nikarin amûran bifiroşin derve. Her wiha li piyaseya hundurîn jî rewş xirab e. Wexta mirov betal be ma wê pereyan ji ku bîne. Divê mirov tiştekî bifiroşin an jî bikin ku karibin tiştinan bikirin. Wexta ev yek tune be û mirov nikaribin qezenc bikin ma wê çi xerc bikin? Li Îdirê rewşa bazirganiyê qet nebaş e."  Erbek, destnîşan kir ku bazirganiya li bajêr bi turîstn Nahçivanî digere, lê li gor salên borî êdî hejmara turîstên ji Azerbaycan, Nahçivan û welatên din dihatin kêm bûye.    ‘JI BER BACÊ TURÎST NAYÊN'    Erbek, destnîşan kir ku bi taybetî jî ji ber di deriyê sînor de serê amûran bac ji turîstên nahçivanî tê stendin, ev rewş bandoreke neyînî li wan dike û got: "Wexta ev mirov ji Îranê tiştan dikirin û dibin Nahçivan qurîşekê jî ji wan nastîne, lê wexta di gumruka Tirkiyeyê de derbasî Nahçivanê dibin serê kîloyê 2 Manat ji wan tê stendin. Li vir bêxwedîtî heye, kes xwedî lê dernakeve. Serê kîloyê 2 Manatan dixwazin û ev jî dike 6-7 lîre. Bi 120 lîreyî taximekî newresimê didim wan ku ev jî dike 2 kîlo. 14 lîreyan distînin. Bihayê wê dibe 135 lîre. Ji ber vê Nahçivanî jî dibêjin 'em biçin Îranê, li wir pereyan nastînin.'"    ‘EM JI MECBÛR DIKIN'    Îbrahîm Bozkûrt ku karê tekstîlê dike, diyar kir ku 5 sal in rewşa karê wan nebaş e û got: "Sedema vê jî krîza aborî ye. Par bera me bi 10 lîreyan dikirî îsal em bi 15 lîreyan dikirin. Her ku dolar zêde dibe fiyetê beran jî biha dibe. Lê wexta dolar kêm dibe dîsa bi heman fiyetî didin. Turîst tên du poşet amûr dikirin, lê belê di gumrukê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Hem gumruka me hem jî ya wan pereyan distîne."  Bozkûrt, diyar kir ku ew ji mecbûrî esnaftiyê dikirin û got: "Em mal tînin, lê wexta turîst neyên em ê bidin kê? Wexta neyê firotin jî em nikarin heqê çekên xwe bidin. Li bajêr rêjeya betaliyê zêde ye. Kes nikare tiştekî bike. Ger îro karekî baş û bisîgorte hebe ez ê dev ji vî karî berdim. Serê mehê tê ez nikarim heqê çekên xwe bidim."    Esnaf Alî Govez jî, diyar kir ku rewşa karê wan qet nebaş e û got: "Dolar kêm bû, lê fiyet kêm nebûn. Par metreya caw bi 9 lîreyan bû îsal em bi 12 lrîeyan dikirin. Niha rewşa sînor jî enbaş e. Hin kes rojane diçin û tên. Lê di deriyan de pirsgirêk heye." Govez, diyar kir ku rewşa karê wan ji sedî 50 kêm bûye.