3 karkerên endamên sendîkayê ji kar hatin avêtin 2018-12-24 11:35:08   RIHA - 3 karkerên di Îstasyona Taşit Muayene ya TUVTURK de dixebitin, ji ber ku endamên sendikayê bûn ji kar hatin avêtin.    Li Rihayê, 11 karkerên di Şirketa Anonîm a Karsaziya Îstasyona Polçak Taşit Muayene ya TUVTURK’ê de dixebitîn, di 13’ê Mijdarê de, bi hinceta endamên Sendîkaya Nakliyat –Îş a DÎSK’ê ne ji kar hatibûn avêtin. Di hefteya derbas bûyî de jî, 3 karkerên di îstasyona Sîweregê de dixebitin bi heman hincetê ji kar hatin avêtin.      Karkerekê li Îstasyon Navenda Rihayê, 7 karkeran li navçeya Wêranşarê, 2 karkeran li Sîweregê û karkerekê jî li Kaniya Xezalan bi giştî 11 karker ji bo paşve vegerin ser karên xwe, ev 36 rojin li ber şîrketê di çalakiyê dene.