'Roj heye tenê heqê nan bi dest min dikeve' 2018-12-28 09:20:40 ÎZMÎR – Ahmet Ûysalê çavên wî nabîne û tevî hevjîna xwe bi awayekî seyar zeytûn, rûnê zeytûnan û amûrên detskariyê difiroşe anî ziman ku ji bo debara xwe bikin ji mecbûrî dixebite.  Li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê Ahmet Ûysal ê çavên wî nabînin tevî hevjîna xwe Emîne Ûysal bi awayekî seyar zeytûn, rûnê zeytûnan û amûrên destkariyê difiroşe, da pê debara xwe bike. Ûysal 35 sal in li gelek deveran xebitiye diyar kir ku hevjîna wî jî ji ber lingên xwe bi alîkariya dar digere. Ûysal, bilêv kir ku ji ber emeliyateke şaş ew ji çavên xwe bûye û her wiha çaveke keça wî jî nabîne. Ûysal, anî ziman ku roj heye ew tiştekî jî nafiroşin.    JI BER EMELIYATEKE ŞAŞ JI ÇAVÊN XWE BÛ    Ûysal, diyar kir ku ew hevjîna xwe her roj saet ji 12'ên nîvro heta 5 û nîvê êvarî li ber rawestgeha ÎZBAN'ê disekinin û hewl didin bi keda xwe debara xwe bikin. Ûysal, anî ziman ku roj heye bêyî tiştekî ji bifiroşin vedigerin malê. Ûysal, da zanîn ku ji ber emeliyateke şaş ew ji çavên xwe bûye û çavekî keça wî jî nabîne. Ûysal got: "Bi salan bêyî bêjim nerihetî û nexweşîn e li bazaran xebitîm. Sirf ji bo keça xwe bidim xwendin. Şikir, dibistana xwe qedand. Mesrefên min, keça min û hevjîna min ên nexweşxaneyê pir zêde bûn. Ji ber katarak di çavê min de hebû çûm nexweşxaneyê, lê wexta vegeriyam êdî çavê min hew dîtin. Em mirovên feqîr in an ez ê biçûma bi dadgeh û nexweşxaneyan re bilî bibûma an jî min ê bidana dû nanê xwe. Min nikaribû bi vê yekê re bilî bibim, ji ber emeliyateke şaş wisa bûm. Ez û hevjîna xwe ancax ji bin van mesrefan derketin. Ev demeke degehê xwe li vir vedikim. Hem ev der nêzî mala me ye hem jî gelek çûnhatina wê rihet e."    Ûysal, anî ziman ku ew ji tu derê teqawid nebûne. Ûysal diyar kir ku bi firotina zeytûnan carinan heqê nanê xwe derdixin. Ûysal, bilêv kir ku wexta çavên wî didîtin ew pir dixebitî û got: "Lê niha hindikî qezenc dikim. Wexta çavê min didîtin min baş qezenc dikir. Lê niha roj heye ez heqê nanekî jî dernaxim. Carinan 30 lîre qezenc dikim carinan jî dest vala diçim malê. Yanî rojekê heye rojekê tune ye. Dizanim ji bo debara keça xwe bikim divê bixebitim. Her tişt pir biha bûye. Ji bo muhtacî kesî nebim vî karî dikim."    MA / Ayşe Surme