Şovalyeyên keda 2018’an berxwedana xwe dê di sala nû de jî bidomînin 2018-12-29 10:09:58 ENQERE – Karker di sala 2018’an de jî li qadan bûn. Bi kûrbûna krîza aborî re karker jî ji karên xwe hatin derxistin. Karkeran mehkûmî xebatek bêewle dikin. Hêza kirînî daketiye nîvî. Karkerên li dijî kedxwariyê di sala 2018’an de li ber xwe dan. Karker diyar dikin ku dê di 2019’an de jî li ber xwe bidin.    Hikumeta heyî ji roja bû desthilatdar û heta niha di qada jîngeha kedê de ewilî ewlehiya sermeydar digire. Karkeran li hember sermeyaderan bêhêz dike û mehkûmî însafa patronan dike. Di salên dawî de krîza aborî jî rewşa welêt ber bi xizaniyek mezin ve bir. Her ku diçe krîza aborî kûr dibe û karker û kedkar dibin hedefa vê yekê.    Bi kûrbûna krîzê re karker nikarin meaşên xwe jî bistînin. Rêjeya enflasyonê ji sedî 25’an derbas dike. Hêza kirînê ya karkeran daket nîvî. Çîna karkeran jî li dijî hemû êrîşan di serî de grev gelek rêyên çalakiyan bijartin. Di sala 2018’an de bi hezaran karker li dijî spartinê daketin qadan. Di serî de çalakiya karkerên Flomar, Tariş, Çargill, Îzban, TOKÎ û li gelek kargehan çalakiyên karkeran didomin.    Tevî hemû zext, binçavkirin û girtinan jî di 2018’an de karkerên keda şövalyeye dan ser milê xwe û diyar dikin ku ew ê bi awayek xurttir berxwedana xwe di sala 2019’an de dewam bikin.    ‘EM Ê BERXWEDANA XWE DI SALA NÛ DE JÎ BIDOMÎNIN’    Li fîrmaya kozmetîkê ya Flormarê ya li Gebzeyê bi boneya 120 karker bûn sendîkayî ji kar hatin derxistin. Çalakiya karkerên Flormarê di roja 218’emîn de didome. Yek ji van karkerên ji kar hat derxistin jî Baha Keleş e. Keleş diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û got: “Havîn û zivistana têkoşîna me bi zordariyên cuda derbas dibe. Lê tevî pêvajoyek zor jî em ê bi ser bikevin. Çimkî em tiştekî şaş nakin. Bi berxwedanê re em fêrî gelek tiştan bûn. Me dît ku em ê bi berxwedanê bibin xwedî gelek mafan. Ji ber vê yekê em ê berxwedana di 2019’an de jî dewam bikin. Heta em mafê xwe bi dest bixin dê dewam bike.”    ‘HELWESTA LI HEMBER KARKERAN NE BAŞ E’    Yek ji karkerên TARÎŞ’ê Mahmut Mora yê 5 sal û nîv e dixebite têkildarî çalakiya karkerên TARÎŞ’ê ya 52 roj e didome wiha got: “Nêzîkatiya hikumetê li hember karkeran ne baş e. Mafê karkeran a di makeqanûnê de nayê parastin. Divê karker li dijî êrîşên li ser xwe di nava yekgirtinê de têbikoşin. Dîrokê nîşanî me da ku tu karker bi tena serê xwe mafê xwe bi dest naxe. Ji bo vê yekê em dikarin bi têkoşînek rêxistinkirî encamê bi dest bixin. Me dil daye vê têkoşînê û heta dawî jî em ê bidomînin.”    ‘JI BO WELATEK XWEŞIK’    Yek ji çalakiya mora xwe li çalakiyên 2018’an a karkeran da berxwedana 14 karkerên Cargîll ên endamên Sendîkaya Tekgida-Îşê ye. Karker 255 roj e li ber fabrikaya li ser rêya Gemlik-Îznîkê berxwedana xwe didomînin. Karker dibêjin “Dê têkoşîna me bidome.” Berpirsê Rêxistinbûyîna Sendîkaya Tekgida-Îşê Suat Karlikaya têkildarî çalakiya karkeran wiha got: “Sala 2019’an ji bo karker û kedkaran dê bibe salek zor. Em neçarin heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin. Ev ne têkoşîna çend mirovan e. Têkoşînek ber bi rêya çîna karkeran ve diçe ye. Li dijî vê krîza dixwazin fatûreya wê ji karkeran re bibirin, dê karker di 2019’an de de bi têkoşînek piştevanî têkoşîna xwe dewam bikin. Em neçarin bidomînin. Ji bo em welatek xweşik ji zarokên xwe re bihêlin, bedela wê çi dibe bila bibe ji bo dayînê em amade ne.”    ‘EM SED CARÎ JÎ BÊN BINÇAVKIRIN DÊ TÊKOŞÎN DEWAM BIKE’    Karkerên Etapa duyemîn a TOKÎ ya li navçeya Mamaka Enqereyê ev du sal e nikrin meaşên xwe bigirin. Ji ber vê yekê jî karker çalakiyê li dar dixin. Polîsan bi ser konê çalakiya wan ve girt û wan binçav kir. Hatin berdan dîsa çalakiya xwe didomînin. Çalakiya karkerên TOKÎ ji 22’ê Mijdarê ve dewam dike. Ji çalakgeran Dogukan Ozkaya wiha got: “Cihê me ked dayê niha li me hatiye qedexekirin. Ji bo pereyên me nedan me me dest bi berxwedanê kir. Polîsan konên me şewitand. Ji bo em çalakiyê li dar dixin bi hêceta em ‘Li dijî Qanûna Qebahetan muxalefet dikin’ cezayê pereyan li me dibirin. Her cara em çalakiyê dikin me binçav dikin. Ne deh car me sed carî jî binçav bikin wê têkoşîna me dewam bike.”    ‘ESASÎ TÊKOŞÎN E’    Li Îzmîrê jî karker di çalakiyê de ne. Karkerên ÎZBAN’ê ya bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Rêyên Hesinî ya Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) tê şixûlandin bi boneya daxwaza wan zemê nehat qebûlkirin 20 roj in di çalakiya grevê de ne. Endamê Desteya Rêveberiya Sendîkayê Celal Dagaşan jî wiha got: “Bi giştî niha dê li Îzmîrê 26 hezar karkerên şaredariyê bi dorê peymanê îmze bikin. Lê niha tu kes nikare dengê xwe derxe. Niha tenê 343 karkerên Îzbanê dengê xwe derdixin û hemû bar li ser pişta wan e. Divê hemû karker pişta hev bigirin. Bêyî ku dora karkerên din jî were divê di nava yekîtî û bihevrebûnê de tevger bikin. Divê ev hişmendî li Tirkiyeyê li pêş bikeve. Em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bêyî em siyasetê li nava çalakiya xwe bixin, em ê bidomînin. Niha ji sedî 50’î karkerên Îzbanê di Rêyên Hesin ên Dewletê de û ji sedî 50’î karkerên din jî di şaredariyê de dixebitin. Şaredarî aliyê CHP’ê ye û Rêyên Hesin ên Dewletê jî aliyê AKP’ê ye. Her du jî ji bo me eynî ne. Ya ji bo me esas têkoşîn e.”