Dest vala vedigerin malê 2018-12-30 09:01:43   MÊRSÎN – Mêrsîniyan bilêv kir ku êdî ji ber bihabûna tiştan û krîza aborî ew dest vala ji bazarê vedigerin.    Mêrsîniyên ku ji ber krîza aborî û bihabûna tiştan bi zorê debara xwe dikin, dest vala ji bazaran vedigerin malên xwe. Welatiyên hatina Bazara Herêma 3'yan a Mêrsînê diyar kirin ku meaşên wan têra wan nake, loma dest vala ji bazarê vedigerin.    Ayşe Akkara ku ji bo alvêrê çû bazarê, bilêv kir ku ew meaşê kêmtirîn (asgarî) distîne û bi vî meaşê hewl dide debara 5 zarokên xwe bike. Akkara diyar kir ku lê belê ji ber meaşê wê têr nake wê ji alvêrê bazarê kêm kiriye û bêyî ku pêdiviyên xwe bikire dest vala vedigere malê. Akkara, destnîşan kir ku heta demek berê jî wê bi 50 lîreyî pêdiviyên metbaxa xwe dikirîn lê belê niha bi heman pereyî nikare nêvyên tiştên berê dikirî bikire.    'EM TIM QAYÎŞÊ DIJIDÎNIN'    Fevzî Levent ku ji bo alvêrê bike li benda dawiya bazarê ye, anî ziman ku ji ber her tişt biha bûye nikare pêdiviyên metbaxê bikire. Levent, diyar kir ku meaşê kêmtirîn bûye 2 hezar û 20 lîre lê belê ji ber zemên tên kirin tu tiş neguheriye û got: "Tişta berê me 2 kîlo jê dikirî niha em kîloyekê dikirin. Êdî jiyan ne wekî berê ye, em tim qayîşê dijidînin. Hela bê ev yek heta kuderê bajo."    ‘FIYET PIR BIHA NE'    Dongu Turk jî destnîşan kir ku ew bi meaşê teqawidbûyînê yê hevjînê xwe debara xwe dike, lê belê ji ber her tişt biha bûne nikare pêdiviyên metbaxê bikire. Turk got: "Êdî mirov nikare tiştekî bikire, her tişt pir biha bûye."    DEST VALA VEDIGERIN   Enver Şahîn jî bilêv kir ku li bazarê wan bi 50 lîreyî nikaribûye du kîsikan jî dagire û got: "Rojeke em piçekî têr rojekê jî em birçî ne. Dibêjin meaşê kêmtirîn zêde bûye. Lê belê her tişt jî tê zemkirin. Xwezî tiştek jî nehatana zemkirin."    Dûrsûne Çetînkol ku bi meaşê extiyariyê debara xwe dike got: "Me ji her tiştî kîloyek kirî. Perê me têr nekir û tiştên me kirîn jî têra me nakin. Ez meaşê extiyariyê distînim ew jî mehê 500 lîre ye. Têra me nake. Berê me bi 20-25 lîreyan me pêdiviyên xwe dikirîn, lê niha tiştek jî pê nayê."    Makbûle Kaya jî got: "Wexta em tiştekî dikirin em ji tişta din kêm dikin." Zeynep Aydin jî anî ziman ku ji ber her tişt zem bûye wan hem ji lixwekirinê hem jî ji xwarin û vexwarina xwe kêm kiriye û her diçe deyndar dibin.