'Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in' 2019-01-23 09:18:22 ÎZMÎR – Endamên Komeleya Ked û Rûmetê li dijî pirsgirêka ewlehiya kar û kedxwariyê kampanyayek dan destpêkirin. Karkerên înşeatê yên endamên komeleyê gotin: "Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in."  Li gorî daneyên Komeleya Ked û Rûmetê ya ji aliyê kedkarên înşeatê ve hat avakirin di sala borî de herî kêm 438 karker ji ber cinayetên karî mirine. Komeleyê li dijî pirsgirêka ewlehiyê û kedxwariyê bi dirûşmeya "Em dixwazin bi awayekî mirovane bixebitin û bi awayekî rûmetane jî bijîn" kampanyayek da destpêkirin.    Dînar Pinarbaşi, bilêv kir ku 30 salan ew li ser îneşatan xebitiye, lê belê tu carî wî heqê keda xwe nestendiye. Pinarbaşi, destnîşan kir ku karkerên înşeatê tim bi mirinê dikevin rojevê. Pinarbaşi got: "Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in. Tu carî ewlehiya me ya civakî çênebû. Li înşeatan lawabo, serşo tune ne. Karker nikarin pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin. Em ji sibehê heta êvarî dixebitin û dîsa di nav toz û duxanê de em vedigerin malê. Ji bo hevalên me yên nobeta înşeatan digirin cihê hwêirandinê tune ye. Hem şert giran in hem jî bi hinceta krîzê kar bi temamî sekinî. Behsa her derdorî tê kirin, lê kes behsa karkerên îneşatê nake."    Pinarbaşi, destnîşan kir ku beriya her tiştî divê karkerên înşeatê xwe bi rêxistin bikin û got: "An jê wê encamên vê krîzê girantir bibin. Êdî dem dema ku em li dijî sermaye û patronan bibin yek."    "BÊRÊXISTINBÛYÎNÎ'    Kemal Armûtlû ku 26 sal in li ser îneşatan dixebite jî destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a karkerên îneşatê "bêrêxistinbûyîn" e.    Armûtlû, bilêv kir ku ji ber vê kêmasiyê wan di sala 2011'an de dest bi rêxistinbûyînê kiriye û ji bo komelbûyîn û sendîkavaniyê ew pir tev geriyane. Armûtlû got: "Em hay ji pirsgirêkên xwe hene, lê belê tenê em bi hev re dikarin wan çareser bikin. Lê belê pirsgirêka mezin jî ew e ku; karkerên înşeatê tim li deverên cuda ne. Em li şantiyeyên cuda dixebitin. Bi taybetî jî em dibin şahid ku li bajarên wekî Îzmîr, Stenbol, Enqereyê di projeyên mezin de cinayetên karî rû didin. Hema bêje ev cinayet her roj çêdibin."    Armûtlû, diyar kir ku wan ji bo vê yekê kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin û ji bo serwextbûyîna çîna karkeran çêbibe ew tev digerin. Armûtlû, diyar kir ku li tevahiya welat ew xwe digihînin karkeran û bi vî awayî hewl didin kampanyaya xwe mezintir bikin. Armûtlû got: "Temaya sereke ya kampanyaya me krîz e. Divê em hay jê hebin ku ev krîz pêşî berê xwe dide kê. Krîz êrîşî kedkaran dike, krîz ji bo patronên mezin tune ye." Armûtlû destnîşan kir ku ew karkerên înşeatê ew ê bedêla vê krîzê nedin û got: "Tekane rêya li hemberî vê rêxistinbûyîn e."