Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne 2019-02-15 09:11:24 COLEMÊRG - Welatiyên gundê Dêzê yê Colemêrgê, diyar kirin ku fiyetên êm û kayê pir buha ne û ji ber pezê wan têr êm naxwin di dema zayînê de ber davêjin an jî piştî zayînî karik û berxikên wan dimirin.  Li gundê Dêzê û mezrika Kêrîser ê Colemêrgê, welatiyên debara xwe bi sewalvaniyê dikin, destnîşan kirin ku fiyetên êm û kayê pir buha ne û ji ber vê nikarin heywanên xwe xwedî bikin. Welatiyan, bilêv kir ku ew kîsê 50 kîloyî yê êm bi 70 lîreyî dikirin û zivistanê serê heywanên 600 lîre mesref diçe. Welatiyan, destnîşan kir ku ji ber heywanên wan têr êm naxwin an berdavêjin an jî piştî dizên karik û berxikên wan dimirin.    QEDEXE Û NEXWEŞÎN    Şêniyê gundê Dêzê Kadîr Gunduz, bilêv kir ku ji ber heywanên wan têr êm naxwazin ber davêjin an jî karik û berxikên wan dimirin. Gunduz, diyar kir ku ji ber qedexekirina zozanan û nexweşîna şarbonê gelek heywanên wan mirine û got: "Em nikarin bêjin heywanên me bi temamî ji vê nexweşînê xelas bûne. Havînê ji ber nexweşînan û qedexekirina zozanan, heywanên me baş nayên xwedîkirin û ji ber vê dema dizên berxik û karikên wan dimirin. Gelek berxik û karik ji ber lawaz in dimirin. Ên mayî jî pir zihîf in."    'MESREFÊ MIYEKÊ 600 LÎREYÎ YE'    Gunduz, diyar kir ku her diçe fiyetên êm û kayê biha dibe û got: "Tonek ka zêdetirî hezar lîreyî ye. Ji ber ka tenê têr nake, em êm jî didin wan. 50 kîlo êm bi 70 lîreyî ye. Mesrefê pezekî 600 lîreyî ye. Lê wexta em difiroşin, em heqê xwe nastînin."    'TENÊ EM DEBARA XWE BI SEWALVANIYÊ DIKIN'    Şêniyê mezrika Kêrîserê Sedat Yîgît jî, bilêv kir ku ji ber zozan hatine qedexekirin gundî bizinan xwedî dikin û got: "Ji ber em nikarin biçin zozanan, em bizinan xwedî dikin. Helbet xwedîkirina miyan çêtir e, lê belê ji ber şertên heyî em bizinan xwedî dikin. Emîn Yîgît jî, anî ziman ku ji meha Sibatê pez dizên û heywanên baş nayên xwedîkirin dimirin. Yîgît bal kişand ser bihabûna fiyetên êman û got: "Ez her roj 6 kîlometre rê dimeşim. Ji ber niha wextê zayîna heywana ye em li wan miqate ne. Em mecbûr in baş êm bidin wan. Tekane debara me heywan in, loma em bi şev û biroj li wan dinerin."    MA / Hamza Gunduz