Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike 2019-02-15 12:38:59 ENQERE - Endamê Komîsyona Çandiniyê û Parlamenterê HDP'ê Ridvan Tûran, bal kişand ser pêkanîna firotina tanzîmê û krîza aborî û wiha got: "Armanca sereke ya hikûmeta AKP'ê ewe ku li tevahiya welat halên fêkî û sebze bifiroşe û dewrî şîrketên taybet bike." Li Tirkiye rêjeya Enflasyonê her ku diçe zêde dibe. Betalî jî kriza aborî jî zêde dibe. Çend roj berê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan daxuyanî da û diyar kir ku ew dê komîsyonvanan ji navberê derxin û buhayê fêkî û sebze kêm bikin. Disa bi gotina 'Hûn dizanin buhayê guleyekê çiqas e?' û bertek nîşanî buhayê îsot û bacanan dabû. Piştî vê yekê hikûmeta AKP'ê bi destê şaredariyên AKP'ê li gelek bajaran Navendên Firotina Tanzimê ava kirin û fêkî û zebbe bi buhayekî erzan firotin. Têkildarî vê polîtikaya AKP'ê  Endamê Komîsyona Çandiniyê û Parlamenterê HDP'ê Ridvan Tûran, bal kişand ser pêkanîna firotina tanzîmê û krîza aborî û wiha got: "Armanca sereke ya hikûmeta AKP'ê ewe ku li tevahiya welat halên fêkî û sebze bifiroşe û dewrî şîrketên taybet bike."      Turan, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê 16 salin  bi polîtîkayên neoliberal ewlehiya çandiniyê ji holê rakiriye û edî ne pêkan e mirov biêje zexîreyên erzan û bi tenduristî û wiha got: "Serdestiya zexîre nemaye. Serdestiya çandiniyê û zexîreyan kî çiqasî biçîne, çiqasî hilberîne, dê ji bo kê hilberîne û îxarcî kê bike biryar ya hilberîner bi xwe ye."   ‘AKP'Ê  ORGANÎZE KIR'   Turan, anî ziman ku îktîdarê Nokteyên Firotina Tanzimê xist meriyetê û bi vê rêbazê nikare pirsgirêka aborî ya esasî çareser bike û wiha got “Ji ber leçûna fêzîk û zebze pir zêde ye û firotin pere nake, hilberîner û rençber neçar dimîne ku wekî lîstikvanê borsa her sal li gorî berhemên pere dike hilberinê bike. Sal bi sal berhemên ku pere dike û berhemên pere nake dişopîne û li gorî wê hilberînê dike. Ji ber vê yekê êdî hilberîn nabe ji bo gel, hilberîn dibe ji bo hêzên navneteweyî. Ev bi organîzasyona AKP'ê pêk hatiye. Ji ber vê yekê ewlehiya zexîre ji holê rabûye. Lê  niha dixwazin  Nokteyên tanzimê wekî çareseriyê nîşan bidin. Lê ev ne çareserî ye. Nokteya Firotina Tanzîmê polîtîkaya AKP'ê ya hilbijartinê ya 2 mehan e. Dixwaze bi vê yekê hêrsa gel kêm bike."   BI 'PÊŞNÛME HALÊ' DIXWAZIN HALAN DEWRÎ ŞÎRKETAN BIKIN   Turan, da zanin ku hikûmet bi pêşnûmeya halê dixwaze halan dewrî şîrketên sermayedar bikin û wiha bi dawî kir: “Îktîdar bi pêşnûmeya Zagona Halê dixwazin halê ji holê rake û dewrî şîrketên mezin bike. Pirsgirêk ne kesên navberê ne. Pirsgirêk hilberîn e. Erdogan şaşiyên xwe nabîne û şaşiyan dixe situyê sektora çandiniyê. Bi vê pêşnûneya zagonan dixwaze halê ji nûve bi teşe bike. Dixwazin bi vê yekê rê li pêş fikrên şaredariyên HDP'ê yên li herêmê bigirin. Tu fêdeya van polîtîkayan li kesî nabe. Dixwazin bi vê yekê hilberîner û fîrmayên biçûk ji holê rakin û bêtir hilberînê têxin xizmeta îktîdara xwe. Li holê rantek pir mezin heye. "   MA / Diren Yurtsever