Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin 2019-02-16 09:00:19   COLEMÊRG - Du ciwanên geverî, bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin. Wexta serbanan paqij dikin ji bo neşemitin jî kindirê li nava xwe girêdidin.    Li Gevera Colemêrgê, ciwanên bi navê Ozan Tûncer (22) û Baran Tûncer (19) bi heqê xwe berf û qeşaya li ser banan paqij dikin û pê debara xwe dikin. Her du ciwan ji bo tevdîra xwe bigirin kindirê li nava xwe girêdidin û car heye heta derengê şevê ser banan paqij dikin. Her du ciwan dibêjin, berf ji bo wan derfeta kar û bi paqijkirina berfê debara xwe dikin.    BI KINDIRÊ TEVDÎRA XWE DIGIRIN    Ozan Tûncer, anî ziman ku karê ew dikin karekî zehmet e. Tûncer, diyar kir ku ew biroj li aşxaneyê dixebitin û bi şev jî li ser banan dixebitin. Tûncer got: "Em ser banên xanî û kargehan paqij dikin. Li gor mezinahiya avahiyê fiyet diguhere. Em êvarî dest pê dikin, heta derengê şevê dixebitin." Tûncer, anî ziman ku ew li ser banên qeşa girtine, ji bo neşemitin kindirê li nava xwe girêdidin û got: "Kindir saxlem e, lê dîsa jî wexta em bikevin ne mimkun e em birîndar nebin. Lê tenê em dikarin bi vî awayî tevdîra xwe bigirin. Zehmetiya kar, keda mirov watedartir dike."   Baran Tûncer jî ew ser banê kargehekê bi 150 lîreyî paqij dikin û got: "Niha em di wextê berçeyê de ne. Ev serdem ne wekî çileyê be jî, lê serdemek pir sar e. Berfa zêde jiyanê ditevizîne, lê ji bo me jî dibe derfeta kar. Malbat û esnaf xwe digihînin me û em jî bi heqê xwe ser banên wan paqij dikin."    MA / Fethi Balaman