Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin 2019-02-16 10:38:58 DÎLOK – Serokê Komîsyonvanên Fekî û Sebze yê Dîlokê Hayrî Sûcû, diyar kir ku ew gotina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "Faizvan" nayê qebûlkirin û wiha got: “Îktîdar dibêjin 'Erzan bifiroşe'. Ger ku em buha bikirin em dê çawa erzan bifiroşin?"    Piştî fermana Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan gef li komisyonvanên fêkî û sebze xwar û ferman da ku Navendên Firotina Tanzîmê vekin. Piştî qadên tanzîmê hatin vekirin bi van qadan progapanda xwe kirin û tenê her mirovek 2-3 kîlo pêdivî dan wan û bi sînor kirin. Bi sedan mirov ketin dorê û mirov kirin wekî pêlîstokê. AKP'ê li Stenbol û Enqereyê bi hevkariya şaredariyan qadên firotinê vekirin û wekî ku xizmetek baş dike nîşan da.  Erdogan komîsyonvan weki "Faizvan û Diz" pênase kir. Têkildarî vê helwesta Erdogan Serokê Komîsyonvanên Fekî û Sebze yê Dîlokê Hayrî Sûcû, diyar kir ku ew gotina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "Faizvan" nayê qebûlkirin.  Sucu, anî ziman ku ger ew buha bikirin neçar in buha bifiroşin û wiha got: "Em fêkî û sebze buha dikirin û neçarin buha bifiroşin. Hikûmet wekî ku em duqat kar dikin nîşan dide. Em bang li hikûmetê dikin û dibêjin bila were lê binere. Kî çiqas kar dike xuya ye. Qet maliyetê nahesibînin. Qaseyên naylon û heqê neqliyê her yek maliyetek e. Hikûmeta ku li polîtîkayên çandiniyê nafikire her tiştî dixe situyê komîsyonvanan. Erdogan ji mere dibêje 'Faîzvan û diz' em qebul nakin. Niha li Nokteyên Firotina Tanzîmê bi xisarî difiroşin. Hefteya borî min ji Silifke bi 2.60 TL 8 ton fireng kirî. Min firengê ku bi 2.60 TL kirî min nekarîbû bi 3 TL bifiroşin. "    GELO AGAHIYA HIKÛMETÊ JI BUHOYÊ NAVA ZEVIYAN HEYE?    Komîsyonvan Orhan Karayılan ku 5 salin karê komîsyonê dike jî anî ziman ku halê wan ne tu hale û wiha got: "Fekî û sebzeyên ku em ji çotkar û rençber dikirin em nikarin bifiroşin. Li halê krîzek mezin heye. Hikûmet zorê û neheqiyê li me dike. Serokomar dibêje 'Firengan bi 1 tl dikirin û bi 5 tl difiroşin. Em dipirsin Gelo agahiya hikûmetê ji buhoyê fêkî û sebze yê ji nava zeviyan heye? Bila biçin li Mêrsînê li buha binerin. Bila li buhayê mazot û gubre binerin. Lîtreya mazotê bi 6.20 krş. Sala par maşina ku diçû Mêrsînê 700 TL heq disitend Niha Hezar û 200 TL heq ji me digirin. Sedema buhabûna piyasayê ne em in. Dibêjin pîvazan tepo dikin. Em dipirsin di vê demsalê de dikarin pîvanan li nava zeviyan bihêlin? Çotkar û rençber neçarin wan kom bikin û têxin depoyê. Cefaya em dikişînin bila şaredarî jî bikişînin. Min vê hefteyê 12 hezar tl zerar kir. Bila şaredarî jî zerar bikin ku halê me bizanibin.    Komîsyonvanê 26 salan Mehmet Dinçkan  jî bertek nîşanî daxuyaniyên hikûmetê û polîtîkaya hikûmetê da û wiha got: "Sedema buhabûnê lêçûna hilberînê ye. Hilberîn kêm e û daxwaz zêde ye. Dema hilberîn kêm û daxwaz zêde be buha zêde dibe. Sala par pîvaz tev di nava zeviyan de man."