Kedkarên hatin îxrackirin: Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin 2019-02-20 09:30:14 WAN – Kedkarên hat îxrackirin, diyarkirin ku îxrackirin polîtîkayeke tepisandinê ye û got: "Em ê di hilbijartinê de bersiva vê rewşê bidin."    Li Tirkiyeyê, piştî îlankirina Rewşa Awarte li Wanê jî bi hezaran kedkar hatin îxrackirin. Kedkarên hatin îxrackirin, serî li Komîsyona Lêkolînkirinê ya Rewşa Awarte dan, lê belê serlêdana gelekan jê hat redkirin.    Endamê Egîtîm Senê Adem Şahîn, diyar kir ku piştî hewldana darbeyê herî zêde kedkarên kurd bi zext û zoriyan re rû bi rû mane û got: "Darbe kirin hincet û êrîşî muxalifên kurd kirin. Me dizanibû ku em ê hemû nesîbê xwe ji vê zilm û zoriyê bigirin."    'TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN DIVÊ'    Şahîn, diyar kir ku komîsyona Rewşa Awaret jî komîsyoneke derî hiqûqê ye. Şahîn, bilêv kir ku piştî hatine îxrackirin dosyeyên wan dewrî Komîsyona Rewşa Awarte hatine kirin. Şahîn, anî ziman ku 3 sal in hatiye îxrackirin, lê belê nizane bi çi tê tawanbarkirin. Şahîn, destnîşan kir ku divê herkes li dihî vê bêhiqûqtiyê bitêkoşe û got: "Helbet wê ev kesên zilimkar bi paş ve gav bavêjin û em ê vegerin ser karê xwe."    ‘EM Ê DI HILBIJARTINÊ DE PEYAMA XWE BIDIN'    Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Wanê Fatma Arslan, destnîşan kir ku tu erka Komîsyona Rewşa Awarte tune ye û got: "Karê komîsyonê tenê ewarekirin e ku me bêtir mexdûr bike. Li cem me tu hikmekî komîsyonê tune ye. Em ê li hemû qadan li dijî vê bêhiqûqîtiyê bitêkoşin." Arslan, diyar kir ku loma ev hilbijartin ji bo wan girîng e û got: "Tekane tişta divê em bikin, em nehêlin ku ev pergal bê avakirin. Ji bo vê jî hilbijartin girîng in. Em ê di hilbijartinê de bêjin 'em jî hene, li vir in û hûn nikarin me bi nan terbiye bikin.'"    ‘EM Ê DEV JI RÛMETA XWE BERNEDIN'    Serdar Çevîk jî diyar kir ku nêzî 150 hezar kes serî li Komîsyona Lêkolînkirinê ya Rewşa Awarte dane û piraniya serlêdanan hatiye redkirin. Çevîk, bilêv kir ku yek ji polîtîkayên dewletê ku bi salan e li ser kurdan bi rê ve dibe jî polîtîkaya îxrackirinê ye û got: "Hîn jî feraseta Tansû Çîller heye ku digot 'li kuderê krudek hebe, em ê mudaxileyî wir bikin.' Dibe ku di warê aborî de em bitengijin, lê belê em canê xwe jî bidin em ê rûmeta xwe nedin."    ‘JI XEYNÎ TÊKOŞÎNÊ TU RÊ TUNE YE'    Meftûn Atakan jî, diyar kir ku di warê hiqûqî de tu tişt nehatiye kirin û Komîsyona Rewşa Awarte serlêdana wî red kiriye. Atakan, bilêv kir ku kesên tên îxrackirin hema bêje tên tecrîdkirin û got: "Ji bo pêşerojê tiştekî erênî naxuyê. Ji bo pêşerojeke baş, tişta divê bê kirin tenê têkoşîn e. Heta atmosfera siyasî neguhere, wê tu tişt neguhere. Niha kedkarên nehatine îxrackirin jî pir ditirsin. Ditrsin ku ji nişka ve bên îxrackirin. Niha ji xeynî têkoşînê tu rê nemaye."    'POLÎTÎKAYA TEPISANDINÊ YE'    Endama Tum Bel Senê Ayfer Gelîbolû jî, anî ziman ku Komîsyona Rewşa Awarte serlêdana wê jî red kiriye. Gelîbolû, bilêv kir ku piştî hatiye îxrackirin bûye endama KCD'ê, lê belê komîsyonê ev yek wekî hincet nîşan daye. Gelîbolû got: "Îxrackirin, polîtîkayeke tepisandinê ye. Ne polîtîkaya avêtina ji kar e. Wexta mirov li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê dinere, dibîne ku hikûmet piştî hilbijartinên herêmî rûxiyane. Loma ev hilbijartin ji bo min tenê ne hilbijartineke. Divê Tirkiye hemû, di vê hilbijartinê de bersivê bide. Em ê li vir bersiveke baş bidin qeyûman, lê divê ên li rojavayê Tirkiyeyê jî bersiveke baş bide hikûmetê."